Li TSKyê operasyona 'ByLock'ê: 40 binçavî
Di operasyona ku li TSKyê li dijî FETO hat kirin de 40 esker bi hinceta bikaranîna ByLockê hatin binçavkirin.
Di bergeha lêpirsîna teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê de li TSKyê li dijî FETO operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyona ku li Stenbolê hat lidarxistin de 40 eskerên ku tê diyarkirin bernameya ByLockê bi kar anîne hatine binçavkirin.
Eskerên ku hatin binçavkirin sewqî mehkemê hatin kirin.(ÎLKHA)