• DOLAR 32.375
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2325.76
  • ...
THY: Di lîsteya qedexê ya DYAyê de Stenbol jî heye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Weke ku tê zanîn berî vê çendakî Serokê DYAyê Donald Trump  xwestibû ku seyahatên ku dê li DYAyê re bên kirin werin qedexekirin, lê ev daxwaza qedexê du caran ji teref darazê ve nehat qebûlkirin. Piştî vê yekê  Trump qedexeya cîhazên elektronîk a veguhastina di seferan de tetbîq dike.

Tê diyarkirin ev qedexeya ku hatiye îlankirin dê îro dest pê bike û di nava van welatên ku di nava qedexê de ne tev de 8 welat hene û navên wan wisa ye: Qahîreya Misrê, Ammana Urdunê, Kuveyta Kuveytê, Kazablankaya Fasê, Doha Qatarê, Riyad û Cîddeya Erebîstana Siûdê, Stenbola Tirkiyê û Dubaî û Abu Dabiya Mirnîşînên Ereban.

Hat ragihandin rêwiyên ku dê ji van welatan biçin Amrîkayê dê nikaribin cîhazên mîna tablet, mekîneya DVDyê, bîlgîsyar, mekîneyên fotografan û cîhazên elektronîk ên lîstîkan têxin nava kabîna balafirê.

Di derbarê mijarê de ji teref THYyê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin di nava qedexê de Tirkiyê jî heye û rêwî divê cîhazên elektronîk ên ji telefonê mezintir di dema seyahetê de bisperin beşa baxaja balafirê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir