Hollanda ji fealiyeta PKKê re destûr da
Hollandayê ku bi astengkirina wezîrên Tirkiyeyê hatibû rojevê ji fealiyeta ku PKKê tertîp kir re destûr da.
PKKyiyên ku li Holllandayê dijîn bi destûra ku welat da wan di bin navê pîrozbahiya Newrozê de li bajêra Laheyê meş li dar xistin.
Nêzî 200 kesan beşdarî meşa ku hat lidarxistin bûn û kesên ku beşdarî meşê bûn li dijî Tirkiyê slogan avêtin û xwestin ku di hilbijartina 16ê Nîsanê dengê naxêr bidin. Her wiha PKKyiyên ku polêsan ber wan re dimêşiyan li ser navê rêxistinê slogan avêtin.
Her weke ku dê bê bîran Hollanda di 11ê Adarê daketina balafira Wezîrê Karên Derve Mewlut Çavuşoglu îptal kiribû û hatina Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Betul Sayan asteng kiribû.(ÎLKHA)