Li Bexdayê êrîşa bombeyî: 23 mirî 45 birîndar
Li Bexdaya payîtextê Iraqê di encama êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 23 kes jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Bexdaya payîtextê Iraqê di encama êrîşa bombeyî ya ku wek wesayîta bombebarkirî hat lidarxistin de 23 kes jiyana xwe ji dest dane û 45 kes jî birîndar bûne.
Gor agahiyên hatine bidestxistin li semtê el-Amîla li başûrê Bexdayê di mintiqa dikanan de êrîşa bûmbeyî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de 23 kes jiyana xwe ji dest dane û 45 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)