Li Lîcê 2 leşker jiyana xwe ji dest dan
Di operasyonên ku li çolwara navçeya Lîceya Diyarbekirê li dijî PKKê hat lidarxistin de 2 lişker jiyana xwe ji dest dan û 6 PKKyî hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di bergeha operasyonên ku ji 5ê Adarê pê ve dest pê kiriye de li çolwara navçeya Lîceya Diyarbekirê di nabeyna leşker û PKKyiyan de şer derket.
Hat ragihandin ku di encama şerê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dane û 6 PKKyî jî hatine kuştin. (ÎLKHA)