• DOLAR 32.525
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2422.632
  • ...
"4 bûyerên ku dibin sedema xitimandina alema Îslamê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnamevan Nevzat Çîçek di komxebata li Diyarbekirê hat lidarxistin de axivî. Çîçek diyar kir ku bi şiklekî zanîn bi mezhebvanî, nîjadperestî, sînorên sûnî û sekûlerbûna Mislimanan beriya alema Îslamê didin xitimandin.

Çîçek wiha axivî: “4 bûyerên ku dibin sedema xitimandina alema Îslamê hene. Ya yekemîn bûyera mezhebvaniyê ye ku bi wê beriya alema Îslamê xitimandine. Ya dûyemîn erdnîgareke din anîn beriya erdnîgara me. Îro sînorên ku wek sûnî li Sûrî hatine xêzkirin, jihevbûna Sudanê, pirsgirêkên Somalî, Kenya û Cezayîrê. Ya sêyemîn ew e ku gotinên Îslama nerme û Îslama radîkal avêtine holê da ku bi zorî bi însanan tercîhê bidin kirin û bi vê tercîhê jî Mislimanan dikin sekûler. A çaremîn li dijî nîjadperestiyê nîjadperestiyeke din. Em ummeteke ne.”

“Ji ber FETO hişmendiyeke ku hemî saziyên Îslamî wekê hev dibînin derket holê”

Piştî komxebatê Serokê Kadîm Akademiyê Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar ji ÎLKHAyê re axavtin kir. Ozcoşar diyar kir ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê pêvajoyeke ya di aleyhê saziyên Îslamê derket holê.

Ozcoşar diyar kir ku FETO di serî de bi termên Îslamî derket holê. Dûvre Ozcoşar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê wek berevajiyê alema zîhna Îslamî derket holê. Bi şikleke ku berevajiyê Îslamê ye belav bû. Ji ber FETO hişmendiyeke ku hemî saziyên Îslamî wekê hev dibînin derket holê.”

Ozcoşar wiha diyar kir: “Pêwîst e ku em stratejiyeke ya ku bi şikleke eşkere saziyên Îslamî wekê FETO nîne derêxin holê. Her wiha divê em stratejiyên ku STK bizivirin karê xwe yên eslî derêxin holê. Armanc ew e ku mirov însan perwerde bike. Mirov Mislimanên ku mirov ji dest û zimanê wan ewle ye perwerde bike.”

 “Divê ku mizgeft bibin navendên lihevhatin û aşitiyê”

Ozcoşarê ku qala giringiya mizgeftan kir wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tişta bingehîn ew e ku mizgefteke ya ku civaka Îslamê saz dike derkeve holê. Mizgeft bes ciyê edakirina nimêja 5 wext nîne. Mizgeft qadên ku Misliman tên perwerdekirin in. Her çi qas ji bo îbadetê hatibe sazkirin jî ew qas jî ji bo perwerdehiyê hatiye avakirin. Divê ku mizgeft bibin navendên lihevhatin û aşitiyê.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir