• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji ber hîcabê di salona îmtîhanê de hat rencîdekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê xwendekara bi navê Meryem Yildiza ku ji bo têkeve îmtîhana AOLyê di salonê de ji teref wezîfêdara salonê ve him hat rencîdekirin û him jî lêgerîn lê hat kirin. Ji ber vê yekê Yildiz bertek nîşan da.

Yildiz, diyar kir ku ew berê ji teref polês ve hat lêgerînkirin û dûvre jî dema ku di salonê de bûye ji teref wezîfedara salonê ve lê lêgerîn hatiye kirin.

Meryem Yildiz ji bo ku têkeve îmtîhana AOLyê çû Dibistana Navîn a Karatayê û wekê her xwendevanê li wê jî lêgerîn hat kirin û dûvre ew têket salonê. Yildiz dema ku di salonê de rûnişt T.Gya wezîfedara salonê xwest ku li ser û gûhên wê lêgerîn bike.  

Ji ber ku bala wê xera bû wê îmtîhanê wek girîn derbas kir

Yildiz, diyar kir ku wê ji T.Gya wezîfedara salonê re gotiye ku lêgerînê lê hatiye kirin. Lê wezîfedar qet guhê xwe nedaye vê yekê û karê lêgerînê ya li wê domandiye. Ji ber vê yekê Yildiz ji ber ku bala wê xera bû wê îmtîhanê wek girîn derbas kir.

Yildiz, diyar kir ku tu kesê hawîrdor bi vê yekê re eleqeder nebûye û T.G, bes ji ber ku ew bi çarşef bûye muemeleke wiha lê kiriye.

“Lêgerîna di nav polê de pirr zora min çû”

Yildiz wiha axivî: “Dema ku min pirsan dibersivand serokê salonê li min mêze kir û gazî xoceke din kir. Dema ku min pirsan dibersivand xoceya pîrek ser û gûhê min lêgerîn kir. Li çenta min jî mêze kir. Ji ber ku li jêrê lêgerîn kiribûn min ji wan re got lêgerîn nekin. Min çiqas got lêgerîn neke wê zêdetir kir. Min jî êdî nekarî bala xwe bidim îmtîhanê. Di îmtîhanê de ez nîv saet giriyam. Min giliyê ku lê wek ku tu tişteke nehatiye kirin. Ez di polê de rencîde bûm. Lêgerîna di nav polê de a ji teref pîrekê ve pirr zora min çû.”

Adnan Yildizê kekê Meryem Yildiz diyar kir ku hêj jî kesên xwedî hişmendiya heyama 28ê Sibatê hene. Divê ku rêvebir demildest ji bo vê yekê çareke bidînin.

Yildiz wiha axivî: “Piştî ku ser û gûhê xuhaya min tê lêgerînkirin diçe sinifê. Dûbre ji teref xoceke ve ji ber ku xuhaya min xwedî çarşef e lêgerîn lê tê kirin. Ev xoce xuhaya min rencîde kir. Dê xuhaya min çawa ji vê îmtîhanê hêvîdar bibe? Hêviya wê ser û bin bû. Em dixwazin ku rêvebir beriya vê yekê bigirin.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir