• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Desthilatdara NYyê ya ku rapora di derheqê Îsraîlê de ji weşanê rakir îstîfa kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji destohilatdarên Neteweyiyên Yekbûyî (BM) Rîma Halaf piştî ku rapora wekê ‘Îsraîl li dijî Filîstîniyan cûcdariya cudageriyê dike’ ji sayta webê ya NYyê rakir bi daxuyaniya ku da îstîfa kir. Halaf wiha diyar kir: “Welatên endam ên xwedî hêz û lîderên wan bi êrîş û tehdîtên xwe zextê didin ser dinyayê.”

Şêwirmendê Sekreterê Giştî yê Neteweyiyên Yekbûyî û Sekreterê Lijneya Aborî û Civakê ya Asyaya Rojavayê (ESCWA) Rîma Halaf rapora xwe ya di derbarê Îsraîlê de ya ku wek ‘Îsraîl mafan îhlal dike’ bi piştgiriya Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres ji sayta webê ya NYyê rakir li Beyruta payîtextê Lubnanê di daxuyaniya çapemeniyê ya ku li dar xist de diyar kir ku wê îstîfa kiriye.

“Ez rapora di derheqê Îsraîlê ya ku li dijî Filîstînê sûcê cudakeriyê kiriye diparêzim”

Halafa ku di derbarê îstîfayê de daxuyanî da wiha diyar kir: “Ez rapora di derheqê Îsraîlê ya ku li dijî Filîstînê sûcê cudakeriyê kiriye diparêzim.” Her wiha Halaf diyar kir ku di heyama herî dawî de zext lê dihat kirin. Ji ber vê yekê wê îstîfa kiriye. Dûvre wiha pê de çû: “Sekreterê giştî xwest ku rapor were rakirin. Gor min divê ku cudakeriya wek rengê çermê, dîn an jî irqê neyê kirin û neyê qebûlkirin.”

Halafa sekreterê ESCWAyê ya ku ji 18 welatên Ereb pêk tê di rapora ku roja înê weşand de diyar kir ku NY ev cara yekem e ku ji bo Îsraîl dibêje; ‘rejîmek e kû zext û cudahîkeriyê dike ye’.

Îsraîl, di derbarê dabaş raporê de daxuyanî da û bi tûndî diyar kir ku ew vê idîayê red dike. Mitefîka wê DYE jî diyar kir ku rapor wan qeherandiye û bila ev rapor were rakirin.

“Ev dewletên endam ên ku normên navneteweyî û nirxên mafên însanan kêm hildidin nezerê”

Rîma Halef piştî ku rapor hat rakirin wiha diyar kir: “Ev dewletên endam ên ku normên navneteweyî û nirxên mafên însanan kêm hildidin nezerê, polîtîkayên xwe yên dereqanûnî û muemeleyên xwe dema ku nikarin biparêzin serî li rêya qutifandina NYyê didin. Ez vê yekê şaşomaşo dibînim.”

“Normal e ku sûcdar zext û êrîşê li kesên ku qurbanên xwe diparêzin dikin”

Halaf di nameya îstîfayê ya ku ji NYyê re şandiye de wiha diyar kiriye: “Normal e ku sûcdar zext û êrîşê li kesên ku qurbanên xwe diparêzin dikin.” Ji ber vê yekê wê destnîşan kir ku ew vê rapora ESCWAyê diparêze.

“Îstîfa minasib e… Divê ku çalakvanên li dijî Îsraîlê ne di NYyê de nebin!”

Sefîrê NYyê yê DYEyê Nîkkî Haley piştî ku diyar kir ew îstîfaya Halafê normal dibîne Sefîrê NYyê yê Îsraîlê Danny Danon jî vê îstîfayê wek îstîfaya ‘derengmayî’ wesifand. Danonê ku di derbarê mijarê de daxuyanî da wiha diyar kir: “Îstîfa minasib e… Divê ku çalakvanên li dijî Îsraîlê ne di NYyê de nebin!” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir