• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Heke yekitî tunebe dê qetlîamên wekê Helebçê bidomin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Êlihê di bernameya ku bi navê (Helebçe) hat lidarxistin de axivî. Yapicioglu bal kişand ser lîstik û baziyên emperyalîstan.

Yapicioglu diyar kir ji bo ku qetlîamên nû yên wekê Helebçê çênebin divê ku mirov wan rojan bîne bibîranîn û qala wan rojan bike. Dûvre Yapicioglu wiha axivî: “Rastî mimkûn nîne ku mirov dîmenên Qetlîama Helebçê ji bîr bike. Bes 29 sal ne 29 qern derbas bibe jî kesên ku bes dîmeneke ji wê qetlîamê bibînin jî tu wextê wê ji bîr nakin. Mixabin em nikarin pêşiya qetlîamên nê yên ku tên kirin bigirin.”

“Kesên ku xwîn dirêjin emperyalîst û hevkarên wan in”

Yapicioglu diyar kir ku piştî Qetlîama Helebçê gelek qetlîamên din hatine kirin. Dûvre Yapicioglu wiha liaxavtina xwe zêde kir: “Piştî Helebçê qetlîamên mezintir çêbûn. Zêdetir însan hatin kuştin.  Li Sûriyeya ber serê me di nabeyna 6 salan de hêrî kêm 600 hezar însan mirin. Di heyaşmeke nêzîktir de di nabeyna sala 2015an û çend mehên ewil ên sala 2016an de li herêma me 7 hezar însan di nav çalên ku hatibûn vedan de hatin binaxkirin. Lê ev dîmen naguhere. Kesên ku dikujin û xwîn dirêjin emperyalîst û hevkarên wan in.”

 “Her tim ên ku dimirin em in”

Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Carinan wekê li Helebçê bi çekên Kîmyayî, carinan xêniyên wan hildiweşe ser serê wan, carinan bi warêlên bombeyan, carinan jî beriya bendavan tên vekirin û însan dixeniqin. Her tim ên ku dimirin em in. Yên ku dikûjin her tim ew in. Lê gelemper kesên ku tên qetilkirin an jî ji wan kesên ku tên qetilkirin re digirîn tenê piyon xwiya dikin. Lewra kesên ku piyonan wiha bikar tînin rolên xwe diyar kirine. Ew bi xwe polêstiyê dilîzin.”

“Hewl didin da ku 7 hezar însanên di çalan de binax kirine werin jibîrkirin”

Yapicioglu diyar kir ku hewl didin wekê Qetlîama Helebçê 7 hezar însanên di çalan de binax kirine ji werin jibîrkirin. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Heke em baldar nebin heke em di şûna kesên ku vê dikin yên vê yekê didin kirin ji xwe re nekin hedef, heke em nezanin ev lîstik çawa hatine plankirin û çawa hatine lidarxistin ez ditirsim ku dê hêj gelek qetlîam pêk werin. Dê em zêdetir di şîn û girînê de bibin an jî dê hinek kes ji bo me bigirîn. 29 sal ji ser Qetlîama Helebçê derbas bû. Nehat jibîrkirin. Înşaellah ji bo ku neyê jibîrkirin dê em zêdetir hewl bidin.”

 “Heke yekitî tunebe dê qetlîamên wekê Helebçê bidomin”

Yapicioglu diyar kir ji bo ku Helebçêyên din pêk neyên divê ku mezlûm bibin yek û bi hev re hereket bikin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku qetlîamên wiha carek din çênebin, serî bi zaliman bidin tewandin û ji bo ku ew dev ji vê yekê bedin pêwîst e ku mezlûm bibin yek. Divê ku mirov dost û dijminên xwe baş nas bike. Heke wiha nebe wekê Helebçê dê gelek qetlîamên din jî çêbin dê fine û fesadî li ser rûyê dinê belav bibe.”

Her wiha Yapicioglu bal kişan ku di nabeyna komên li herêmê de cudahî hene lê ne zêde ye. Ji bo ku aşitî çêbe divê hemî bihev re hereket bikin. Heke Misliman bihev re şer bikin dê wê çaxê emperyalîst xorttir bibin û qetlîamên xwe bidomînin. (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir