• DOLAR 32.521
  • EURO 34.79
  • ALTIN 2420.606
  • ...
 "Berpirsyarê Qetlîama Helebçê emperyalîzma dinyayê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebeta salvegera 29 emîn a Qetlîama Helebçê ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji vê qetlîamê bes zalim û dîktator Saddam û niçikên wî tenê pêk nayê. Emperyalîzma dinyayê ya ku bi xwîna mazlûman dijî berpirsyar û heta faîlê vê qetlîamê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Salvegera 29 emîn a Qetlîama Helepçeyê ya di dîroka 16ê Adara 1988an de bi destê rejîma Baasê ya ku emperyalîstan wê bikar dianî bi hezaran Kurd hatin qetilkirin û bi hezaran Kurd jî ji war û welatên xwe bûn. Em vê yekê bi hizn û şewat tînin bibîranîn û kesên ku vê qetlîamê pêk anîne şermezar dikin.” 

 “Emperyalîzma dinyayê ya ku bi xwîna mazlûman dijî berpirsyar û heta faîlê vê qetlîamê ye”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Di Qetlîama Helebçê de ya ku di dîroka mirovahiyê de wek lekeke mezin cî girtiye û ji bo mirovahiyê eybeke mezin e li ber çavê dinyayê gelê Kurd a ku hêtîmê Ummetê ye zarok, pîrek, extiyar tevde bi çekên kimyayî hatin qetilkirin. Ji vê qetlîamê bes zalim û dîktator Saddam û niçikên wî pêk nayê. Herî kêm Emperyalîzma dinyayê ya ku bi xwîna mazlûman dijî qasê Saddam berpirsyar û heta faîlê vê qetlîamê ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku welatên emperyalîst di erdnîgara Îslamê de qetlîamên nû yên wekê Helebçê dikin. Dûvre Daxuaynî wiha hat doamndin: “Mixabin ji kesên ku çekên kimyayî bi maşeyên xwe bikaranîne û bi hezar Kurdên ku ji zarok, pîrek, ciwan û extiyaran pêk tê kuştine heta îro hesab nehatiye pirsîn. Welatên emperyalîst ên ku cesarete ji vê yekê distînin him ji armanc û hedefên xwe yên qirêj dev bernedane û him jî bi piyonên xwe yên nû Mislimanan berdidin hev û qetlîamên nû yên wekê Helebçê dikin.”

“Qetlîama Helebçê komkujiyek e”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Qetlîama Helebçê komkujiyek e. Di serî de Tirkiye divê ku hemî dewletên li ser rûyê dinê vê yekê wek komkujî bipejirînin. Dûvre Daxuyanî wiha hat domandin: “Hêzên Emperyalîst ên ku çekên kimyayî yên li dijî Helebçê bikar anîne tedarik dikin piştî çendîn salan ji bo ku hebûna xwe ya li herêmê bidomînin îro xwe wek mafparêzên Kurdan didin nîşandan. Qetlîama Helebçê komkujiyek e. Di serî de Tirkiye divê ku hemî dewletên li ser rûyê dinê vê yekê wek komkujî bipejirînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Di 29 emîn salvegera qetlîamê de em carek din şehîdên Helebçê bi rehmet bibîr tînin û faîl û kesên ku vê yekê dane kirin şermezar dikin. Ji bo ku Helebçeyên din çênebin, firset nedin zaliman û serî li ber wan netewînin, ji xeynî Mislimanan ji hemî mezlûm û belengazên li dinyayê re bibin hêvî divê ku em yekitiyê pêk bînin û gor nirxên baweriya xwe bijîn.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir