• DOLAR 32.492
  • EURO 34.956
  • ALTIN 2431.797
  • ...
Mirina bi bêhna sêvê: Helebçe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 16ê Adara 1988an de li Helebçeya Kurdistanê mirovahî bû şahid ku qetlîameke çawa pêk hat. Bi hezaran Kurdên Misliman xedarane bûn hedefa êrîşa kîmyayî. Saddamê dîktatorê Baasê ya li Iraqê bi çekên kimyayî yên ku Ewrûpayê dabû wî wehşeteke mezin a ku dê tu wextê gelê Kurd ên Misliman ji bîr neke pêk anî.

Îro salvegera 29 emîn a qetlîama Helebçê. Çendîn sal e ku ev êrîşa kîmyayî hatiye lidarxistin lê hêj ev yek nehatiye bibîranîn.

Gelo çawa hat vê qonaxê?

Heyamên herî dawî yên Osmaniyan… Emperyalîstên ku wek keriya guran di ser axên Îslamê de girtine wek cezakirin gelê Kurd ên ku gor nirx û muqeddesatên xwe dijîn di nexşeyeke de hatin 4 perçekirin. Ev yek bi peymana Sykes-Picot dest pê kir. Hewldana ku bi Lozanê bidawî bû di heman demê de di her perçeke de wek pirsgirêk dest pê kir. Kurd, li Sûrî û Iraqê dûçarê zulma Sosyalîst-Baasparêzan, li Tirkiyê ya Laîq-Kemalîstan û li Îranê jî ya Rejîma Şah bûn. Kurdên ku di vê 4 perçeyê de dijîn her tim ji mafên mirovahiyên mehrûm man û gelek zûlm li wan hatin kirin.

Di sala 1979an de li Iraqê Saddam Huseyîn El-Tikrîtiyê xwendekarê Mîşel Eflakê Sosyalîst ê Neteweyî yê Fransayê û ewladê wî yê fikr û ramanî rêvebiriyê bidest xist. Kurdên li Iraqê di heyama Saddam de di serî de dejenerekirin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû diman. Di heman heyamê de li Îranê Înqlaba Îslamî pêk hatibû. Bi vê înqlabê Şah Riza Pehlewî ji rêvebiriyê ket. Xerba ku ji ber dê maşeyên xwe hemî ji dest bidaya tirsa ji bo ku bandora Înqlaba Îslamî ji holê rake ji Saddam li dijê Îranê har kir. Di encama vê yekê de di nabeyna Iraq û Îranê de şer derket. Ev şer 8 sal domî. Kurdên ku li Iraqê dijîna di heyama şerê Îran-Iraqê de alîgirê Îranê bûn.   

Saddam, Ali Hasan El Mecîdê ku wek Aliyê Kimyayî dihat naskirin ji herêma Kurdan re wek fermandar tayîn kir. Aliyê Kimyayî di bergeha Operasyona Enfalê de bi şiklekî wehşiyane li ser bajarê Helebçê û gundên wê de bombeya kimyayî reşand. Di encama vê yekê de 5 hezar însan mirin û herî kêm 7 hezar însan jî birîndar bûn. Bi hezaran însan jî war û welatê xwe terk kirin.

Navê mirina ku bi bêhna sêvê hat: Helebçe

Mirin wekê ewrê reş li ser gelê Helebçê girt. Li Helebçê dêz û komên cesedan. Zarok, pîrek, extiyar… wekê zeviya ku mirin lê hatiye reşandin. Gel şaş û gêj bû û nedizaniya çi bike.

Wan nedizanîna ku dê ew bimirin. Çekên kimyayî yên ku hatine bikaranîn zirarê daye çav, gewrî û kezeban. Gaza xerdel û sarinê…  Kesên ku gaza bêhna sêvê dida tenefus dikirin…

Pispor bandora gaza xerdelê wiha tînin ziman: “Gaza xerdelê ji bo nifşa pêşerojê qaza herî bi jehr e. Piştî 10 salan jî hêj bandora vê gazê didome. Bi taybet ji bo demeke dire li ser DNAyê bandordar e.”

Temamê dinyayê ji vê mirina ku hêdî hêdî pêk dihat re bê deng ma. Helebçe rojeke herî dijwar a dîroka mirovahiyê de bû. Di Qetlîama Helebçê de berî însan mirin dûvre jî mirovahî.

Hêj jî jimara kesên ku heta 17ê Adarê hêdî hêdî jiyana xwe ji dest didan diyar nîne. Encama hevpar ên ku gelek sazî qebûl dikin; pirraniya wan zarok û pîrek herî kêm 5 hezar însan jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 756 kes jî birîndar bûn.

Çima Helebçe bibû hedef?

Ji ber ku Kurd dîndar bûn hêzên Xerbê vê yekê tehemûl nekirin. Li Helebçeya ku li wir hereketa Îslamî xort bû çêkên kimyayî hatin bikaranîn. Her wiha Helebçe navenda rêxistîbûna Îslamê bû. Wê çaxê Şêx Osmanê Helebçeçeyî fermandarê hereketa Îslamî bû. Hereketa Îslamî ya Kurdistanê xwedî çek bû. Gelek çekên wê hebû. Ev yek bala Saddam û Xerbiyan dikişand.

Termên ku çepgirên neteweyî bikar tînin bes davik in

Rejîma Saddam di heyama îktîdariyê de di serî de Şiî û Kurd ji gelek êrîşên xwe yên ku pêk aniye re qilifeke Îslamî dîtiye. Ji şerê ku li dijî Îranê dikir re digor Kadsiye, qetlîama li dijî Kurdan pêk anî re got Enfal û ji bo înfaz û operasyonên ku pêk anî jî fetwa derxist.

Termên ku çepgirên neteweyî yên ku ji teref emperyalîstan ve tê bikar tînin bes davik in. Saddam ji qetlîama ku kir re got Enfal, edakirina nimêja înê ya Nusayrî Hafiz Esad, kovara ku bi navê Şura-yi Ummet ji teref Cevdet Abdullahê bêdîn ve hat derxistin û ji rêxistina ku ji teref PKKya Komînîst-Marksîst ve hat avakirin bi navê “Kongreya Îslamî ya Demokratîk” hat navandin.

Li erdnîgara Îslamê di qetlîamên ku pêk hat de her tim aktorên ji hev cuda derketin holê. Li Helebçê jî her tim qala Saddam ji me re hat kirin. Lê Saddam bes maşeke yê ku bibû miseletê ser gel bû. Saddam û yên wekê wî her çi qas wek biyolojik wekê me bidin nîşandan jî ya rastî ew girêdayê Xerbê ne. Saddam û Esed wek ramanî endamê aramana sosyalîzma neteweyî Mîşel Eflakê Fransewî ne.

Gelek welat bûn şirîkê qetlîamê

Piştî Înqlaba Îslamî ya Îranê Lîbyaya Kadaddafî ya ku wek dostê Îranê dida nîşandan dûvre piştgirî da Saddam. Bi taybet Tunus, Cezayîr û Fasa ku bandora Fransewiyan li wir hebû piştgirî dan Saddam. Suudî Arabîstan û welatên din ên di hawîrdora korfezê de ne eşkere piştgirî dan rêvebiriya Saddam.

Faîlên eslî emperyalîst in, Saddam bes maşe ye

Di heyama xebatên hilbijartinê de gotinên ku Serokê DYEyê Trump di derheqê Saddam de gotibû dida nîşanê me ku kê li pişta Qetlîama Helebçê heye. Trump wiha diyar kiribû: “Saddam însaneke baş nebû. Mîra kî ye.  Di derşbarê kuştina teroran de baş bû. Ew çû, Iraq bû Harvarda terorîzmê.”

Rojnamevan Ramazan Ozturkê ji şahidên wan rojan wiha diyar dikir: “Şoreşa Îslamê ya Îranê ji bo Emrîka û Xerbê tehdît bû. Hemî piştgirî didan Iraqê. Welatên wekê Kuveyt û Siûdî Erebîstanê jî finansmana şerê dibirin. Piştî ku Saddam şerê Îran-Iraqê da destpêkirin her tim di cephe de li dijî Îranê madeyên kimyayî bikar dianî. Lê madeya kimyayê ji teref Xerbê ve dihat temînkirin. Ji ber vê yekê Xerb dizaniya ku li wir çi diqewime.” (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir