• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bi hezaran masî telef bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Haciçayira girêdayê bajarê Çewlîgê ji ber şert û mercên neyînî yên zivistanê bi hezaran masiyên ku di Gola Suluklu de bê oksîjen man telef bûn.

Nişteciyên Gundê Haciçayirê diyar kirin ku berê jî ji ber şert û mercên neyînê yên zivistanê masî ji ber bêoksîjentiyê telef bûne. Ji ber vê yekê wek gundê wan ji bo ku ev telefat çênebe bang li rêvebiran kirin.

Mixtarê Haciçayirê Ahmet Arslan di derbarê mijarê de axivî. Arslan diyar kir ku berê jî di heman golê de masî telef bûne.

Arslan wiha diyar kir: “Ji ber şertên neyînî yên zivistanê rûyê golê cemed girt. Me çend caran zivistanê cemedê şikand da ku masî oksîjen bistînin lê ji ber ku zêde bê oksîjen mane telef bûne. Nêzî 3 ton masî telef bûn. Di vê golê de ji xeynî masiyan beq û kusî jî telef bûne.”

Hat diyarkirin ku tîmên Tendirûstiya Heywanan a Midûrtiya Çandin û Heywandariyê ya Bajêr masiyên nimûne yên telef bûne şandine Navenda Lêkolîna Berhemên Avê ya Xarpêtê. (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir