• DOLAR 32.535
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2488.734
  • ...
Hat idîakirin ku di peşka hilgirtina kar de torpil çêbûye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li diyarbekirê ji ber ku peşka îstîxdama ji bo 6 mehî ya 5 hezar kesan a ku ji teref ÎŞKURê ve di bergeha TYPyê de li ber çavê gel pêk nehat bertek hat nîşandan. Gelê ku ji vê yekê re bertek nîşan da idîa kir ku di vê peşkê de bandora Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu hebûye.

Ev peşk ji bo 6 mehî ya 5 hezar kesan a ku ji teref Midûrtiya Bajêr a Saziya Kar û Xebatê ya Diyarbekirê (ÎŞKUR) ve di bergeha TYPyê de 2 berê hat avêtin.

Beşdaran ji ber ku peşkavêtin li ver çav gel nehat avêtin û dereng hat eşkerekirin îro dema ku dîtin navê wan di lîsteyên ku li Midûrtiya Bajêr a ÎŞKURê hatibû daliqandin de nedîtine pirr heyirîn.

“Parlementer zilamên xwe bi xwe têxin îş”

Askerî Yildizê ku li Sûrê ji ber pevçûnan mexdûr bûye diyar kir ku di peşkê de torpil çêbûye û di vê yekê de jî tiliya Galîp Ensarîoglu heye.

Dûvre Yildiz wiha pê de çû: “Bila gelê Diyarbekirê ji vê yekê bawer bike. Heta Ensarîoglu li vir bibin dê halê me ev bibe. Vê yekê bes ez nabêjim. Herkes dibêje ‘Ensarîoglu dest davêjin vê yekê tu kes hilnagirin îş.’ Ez bang li hemî rêvebiran dikim. Bila êdî bi qedera vê gelê re nelîzin. Qala terorê tê kirin. Kesên ku terorê derdixin ew in. Parlementer zilamên xwe bi xwe têxin îş. Axatî û begî dikin. Ji bo ku bibin parlementer jî ray berhev dikin. Dûvre me îstîsmar dikin. Dûvre jî li Diyarbekirê qala terorê tê kirin. Diyarbekirê cineta Tirkiyê ye. Bes bila midaxaleya vê yekê nekin. Mal û warê me ji dest çûye dibêjin dê em peşk bavêjin. Gelo wiha peşk tê avêtin? Bila êdî dev ji vê memleketê berdin. 30 sal e çi fayda Ensarîogluyan ji vê memleketê re çêbûye.”

“Di hilgirtinên TYPyê de her tim torpîl çêdibe”

Ferhat Sakînê ku navê wî di peşkê de derneketiye diyar kir ku peşkavêtin formalîte ye. Dûvre Sakîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin an bila saziya ÎŞKURê ya li Diyarbekirê were rakirin an jî torpîl were rakirin. Lewra her tim di hilgirtinên TYPyê de her tim torpîl çêdibe. Vê carê gotin dê peşk were avêtin. Min got; ‘ev peşkavêtin formalîte ye. Zilamên ku wan berê diyar kirine dê têxin îş.’ Tu kes bawer nekir. Lê îro gotina min derket.”

Çelebî Bulutê ku mexdûrê şerê Sûrê ye jî diyar kir ku mala wî xera bûye. Dê mexdûreke wekê wî nexin îş kî bixin.

Wekê ku tê bibîranîn li Diyarbekirê di serîlêdanên îş ên fermî de di derheqê Galîp Ensarîoglu û birayê wî yê Cîhan Ensarîoglu de idîayên cûr bi cûr ketibû rojevê.

Cîhan Ensarîoglu di derbarê idîayên derheqê xwe û kekê xwe de daxuyanî dabû. Ensarîoglu diyar kiribû ku ev idîa rast nînin û pêşewantiya malbata wan kekê wî Galîp Ensarîoglu dike. Dûvre Ensarîoglu wiha diyar kiribû: “Me di nabeyna xwe de wezîfeyan parve kir. Li Diyarbekirê karên ku tên çareserkirin ez birêve dibim. Karên fermî kekê min lê mêze dike. Ez karên ku li Enqerê tê çareserkirin ji kekê xwe re radigihînim. Dema karên ku Diyarbekirê eleqeder dike ez pêk dikim.”

Ensarîoglu diyar kiribû ku di derbarê hilgirtinan de bes ew dubun referans û dûvre wiha diyar kiribû: “Di derbarê hilgirtina îş de em tu zextê nakin. Bes em ji însanên ku em wan nas dikin re dibin referans. Li Tirkiyê sîstem wiha dişixûle.” (ÎLKHA) 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir