• DOLAR 32.555
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2426.831
  • ...
"Me Londra Parîs Brukselê ji xwe re kir qible em ketin vê halê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku di bergeha xabatên partiyê de çû Sêrtê bi gel re hat cem hev. Yapicioglu di derbarê rojevê de daxyaniyên girîng da.

Yapicioglu di bernameya ku bi gel re hat cemhev de gotina Serokwezîr a wekê ‘ka em dost bûn’ anî bibîranîn dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heta tu tabiyê gelê wan nebî dê ew wek wek dost nebînin.”

Yapicioglu diyar kir ji ber berjewendiya ferdî ji berjewendiya Ummetê girîngtir hatiye hesibandin îro alema Îslamê di vê halê de ye. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê em yek û yek ketin û winda bûn.”

Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gelî birayên min ên bi qîmet! Em li kû derê winda kiriye dê em hewl bidin ku ji wê derê dest pê bikin. Me qewat, îzzet û biratiya xwe li kû ji dest daye dê em li ciyê ku me van nirxan ji dest daye dest pê bikin. Ji ber ku em di şûna rêya pîroz a ku elçiyên pîroz dane nîşanê me di rêya însanên ku gor nefsa xwe hereket dikin diçin îro em mehkûmê jidestdayînê bûne. Helbet sibeya vê şeva hanê tarî ya ku Ummet dijî heye. Heke em wehdetê temîn bikin, biratiya xwe saz bikin û ji nû ve bibin yek dê em wê çaxê nirxên ku me ji dest daye ji nû ve bidest bixin û derkevin firehiyê. Dê wê çaxê êdî tu kes nekare zulmê li me bike.”

“Dema ku mesele dibe Îslam bi rahetî azadî tên rakirin”

Yapicioglu diyar kir ku temamê Ewrûpa alema Îslamê ji xwe re kiriye hedef û helwesta Hollandayê ya li dijî Tirkiyê jî êrîşeke li dijî Îslamê ye.  Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Li Hollandayê her cûr fihûş eşkere tên kirin û eşkere tiryak tê bikaranîn lê digel vê yek wek welatê azadiyan tê hesibandin. Lê dema ku mesele dibe Îslam bi rahetî dikarin wan azadiyan rakin. Lewra ew ji Îslamê ku gem li nefsa wan dide û şehweta wan a heywanî sînordar dike ditirsin. Em jî hişmendiya wan a vê azadiyê nas nakin û gor me evditiya rastî ya ji Xweda re ye.”

 “Hûn li kû derê dinyayê mêze dikin bikin xwîna ku diherike ya Mislimanan e”

Yapicioglu diyar kir ku wî esnafê bajarê Sêrtê ziyaret kiriye. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro dema ku min esnafê Sêrtê ziyaret kir min ji wan re got; ‘pirsgirêkên we çi ne?’ birayeke me bersiveke balkêş da. Wiha diyar kir; ‘Hûn li kû derê cîhanê mêze dikin bikin xwîna ku diherike ya Mislimanan e. Gelo dê her tim Misliman bimirin? Bes e êdî. Em aramî dixwazin.’ Gelo çima îro bes di erdnîgara Îslamê de xwîn diherike û bombe diteqe? Çima ewladên vê Ummetê ji ber zimanê xwe ya ku diaxivin dûçarê zulmê dibin? An jî ji ber ku ji mezheb û meşrebên din in mecbûr e ku desteke wî çek bigire? Çim abi hevdû re şer dikin? Erê, me xistin vê halê. Me berdan hev.”

“Me Londra Parîs Brukselê ji xwe re kir qible em ketin vê halê!”

Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo ku kafir me baş bibînin me heqên birayên xwe bin pê kir. Me Londra Parîs Brukselê ji xwe re kir qible em ketin vê halê. Ji bo ku spartekên wan dane me em pêk bînin me hewl dan. Ji bo çi? Tabî ji bo Yekitiya Ewrûpayê. Lê pirtûka ku pêwîst bû me bixwendiba û ji ber bikiraba hilneda nezerê. Ew pirtûk ji me re dibêje; ‘Heta tu tabiyê gelê wan nebî dê Yahudî û Xirîstiyan ji te razî nebin.’ Nexwe divê ku em ji rewşa xwe ya ku niha em tê de re ne aciz bibin û bibêjin ‘em çawa ketin vê halê’.”

“Divê ku em him makînîst û him jî meqesê bigûherînin”

Yapicioglu di derbarê gotina Serokwezîr Bînalî Yildirim a wekê; ‘Gelo dost a ku Hollanda kiriye dike?’ û dûvre wiha bang li Serokwezîr kir: “Heke hûn hêj jî wan dost dihesibînin îşê we zor e. Nexwe ev rewşa ku hûn tê de ne tu wextî naguhere.”

Yapicioglu dûvre wiha diyar kir: “Ez ji vir Serokwezîrê ku hikûmeta wî dibêje ‘em dostê Ewrûpayê ne’ jî îqaz dikim. Heta tu tabiyê gelê wan nebî dê ew wek wek dost nebînin. Lê ji bo ku bibin dostê wan hûn tabiê miletê wan bibin û li pey xwe miletê bikşin nav agirê dê wê çaxê hûn bi vê webalê derkevin hizûra Xweda û hesaba vê yekê bidin. Divê ku em di vê warê de him makînîst û him jî meqesê bigûherînin.”

“Dê gel terzeke siyasetê ya nû bi me re bibîne”

Yapicioglu diyar kir ku wek HUDA PAR ew dizanin wan çi, çima û kû derê ji dest dane dizanin û siyaseta xwe gor nirxên ku ji dest dane ji nû ve were îhya kirin didomînin. Yapicioglu diyar kir ku dê gel terzeke siyasetê ya nû bi wan re bibîne.

Yapicioglu wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em dizanin ku siyaset ew yek nîne ku mirov bi islûbeke tinazî çi were kirin mirov li dijî wê derkeve. Siyaset ew nîne ku reqîbê mirov çi dike mirov rast û çewt li dijî wê gotinê derkeve. Siyaset ew yek jî nîne ku mirov hinek kesan dayne ser kursiyan. Roja ku em derketin rê mê got. Dê gel terzeke siyasetê ya nû bi me re bibîne. Dê em vê yekê bi emelê xwe bidin nîşandan.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir