• DOLAR 32.421
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2327.379
  • ...
Di êrîşa li Mêrdînê de tonek teqemenî hatiye bikaranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşa teqemeniyê ya li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê dema ku wesayîta leşkerî derbas dibû hat lidarxistin de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan. Hûrgiliyên vê êrîşê jî hêdî hêdî derdikevin holê. Hat ragihandin ku di êrîşê de nêzî toneke teqemenî hatiye bikaranîn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin ji teref Qereqola Cendirmeyan a Mazidagi Aksuyê ve li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê lêgerîna mayînan hat kirin. Di saet 08.35an de minûbuseke ya ku ewlehiya leşkerên ku kontrola mayinê dikirin pêk dianiya dema di hawîrdora Qewşaxa Mazidagi de derbas bûye mayîna ku berê hatiye bicîkirin hatiye înfilaqkirin. 2 çawîşên pispor ên di nav pîqabê de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî êrîşê gelek polês û tîmên tendirûstiyê sewqê herêmê hat kirin. Hat ragihandin ku cesedên her dû çawîşên pispor rakirine mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Ji walîtiyê daxuyanî

Her wiha Walîtiya Mêrdînê di derbarê mijarê de daxûyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş di dema lêgrîn û kontrola mayînan de pêk hatiye. Di encama êrîşa ku ji teref Qereqola Cendirmeyan a Mazidagi Aksuyê ve li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê lêgerîna mayînan hat kirin de 2 çawîşên pispor jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir