• DOLAR 32.558
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2422.833
  • ...
"Divê Tirkiye dev ji dildariya Ewrûpayê ya ku dû qerne didome berde"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku ji bo ziyaretê çû Gumuşhaneyê li vir bi endamên çapemeniyê re hat cemhev. Yavuz diyar kir divê Tirkiye dev ji dildariya Ewrûpayê ya ku dû qerne didome berde.

Yavuz diyar kir ku rojeva Tirkiyê biteql e ev helwesta ku bi Almanya dest pê kir û bi Hollanda domî dûvre belavê temamê Ewrûpayê bû êrîşên li dijî Tirkiyê ne.

Yavuz diyar kir ku ev tewr û helwes nayên qebûlkirin û şekere ye ku ev yek bêtehemuliya dîplomatîk û dimintiya siyasî ye. Dûvre Yavuz wiha axivî: “Ev biryar bes ji teref 2 welatan ve nehatine dayîn. Welatên Ewrûpayê di derbarê vê mijarê de bûn yek. Divê ku ev yek wek mesele û pirsgirêka partiyeke neyê hesibandin û herkes bertek ji vê yekê re bide nîşandan. Wek HUDA PAR em vê bênezaketiya siyasî û dîplomatîk bi tûndî şermezar dikin.”

“Divê Tirkiye dev ji dildariya Ewrûpayê ya ku dû qerne didome berde”

Yavuz diyar kir divê ku Tirkiye êdî berê xwe bide welatên Îslamê. Dûvre Yavuz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gor me divê ku bi vê wesîlê Tirkiye serpêhatiyên xwe yên 250 salî ya bi Xerbê re bidawî bike. Divê Tirkiye dev ji dildariya Ewrûpayê ya ku dû qerne didome berde. Divê ku em berê xwe bidin erdnîgara Şerqê û erdnîgara Îslamê ya ku rastiya me bixwe ye. Lewra ev helwesta ku welatên Xerbê tê de ne êdî nayê daqurçandin û tehemulkirin. Wek hewcedariya vê yekê û polîtîkaya Tirkiyê gor me divê ku Tirkiye berê xwe bide erdnîgara Îslamê. Heke ev yek wek pirsgirêka welêt were dîtin dê em vê yekê bi memnûniyet pêşewaz bikin. Dê bi vê wesîlê raya giştî bibîne ku êdî divê dev ji têkiliyên bi NEyê re were berdan. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku mirov di derbarê vê yekê de endîşedar bibe. Em dikarin wekê Kore û Japonyayê li ser pêyên xwe bisekinin.”

Yavuz di derheqê referandûma ku dê 16ê Nîsanê were lidarxistin de axivî. Yavuz diyar kir pêwîst e ku partiyên mewcûd bi ziman û islûbeke kirêt gel jihev nekin û ji vê yekê dûr bisekinin.

“Hêviya me makeqanûneke nû ye”

Yavuz temenî kir ev vesazkirinên ku dê pêk werin gavên ji bo makeqanûneke nû bibe. Dûvre Yavuz wiha destnîşan kir: “Wekê ku tê zanîn dê Tirkiye di 16ê Nîsanê de ji bo referandûmê biçe serê sandûqê. Divê mirov hedîsên ku li Ewrûpayê diqewimin di vê bergehê de binirxîne. Wek HUDA PAR me him di bernameya partiya xwe de û him jî di soza ku me wek ‘dema em îktîdarê bidestbixin’ daye gelê xwe dê em makeqanûneke siwîl a ji nû ve saz bikin. Ji xwe gel jî wiha hêvî dike. Jli ber vê yekê di referandûma ku dê 16ê Nîsanê were lidarxistin de amadehiya binesaziya pergala Serokatiyê heye. Hêviya me û gelê me ew e ku makeqanûneke nû were sazkirin.” (İLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir