Li Entabê operasyona FETO: 21 leşker hatin binçavkirin
Li Entabê di bergeha lêpirsîna FETO de 21 leşker hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di bergeha lêpirsîna FETO de li Entabê operasyon li dijî FETO hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de 21 leşker hatine binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Serdozgeriya Komara Entabê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di bergeha lêpirsîna FETO de li Entabê operasyon li dijî FETO hatiye lidarxistin. Di encama operasyonê de 21 leşker hatine binçavkirin. Her wiha hat destnîşankirin 3 leşkerên ku di derbarê wan de jî biryara binçaviya hatiye dayîn ji bo ku werin qefilandin xebat didomin. (ÎLKHA)