• DOLAR 32.554
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2429.493
  • ...
Yaicioglu: Bêkariya li herêmê dû carê bêkariya Tirkiyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku di bergeha xebatên partiyê de çûbû Sêrtê esnafê bajêr ziyaret kir û gûhdariya pirsgirêkên wan kir. Dûvre Yapicioglu pirsên gel ên ku tên mereqkirin bersivand.

Yapicioglu di ziyareta xwe de qala referandûmê kir û destnîşan kir ku wek partî dê ew çima di referandûmê de bibêjin ‘erê’.

Yapiciogluyê ku piştî ziyareta esnafê ji endamên çapemeniyê re nirxandin kir diyar kir ku êdî gel ji bê aramî û wehşetê kerixiye. Dûvre Yapicioglu wiha diyar kir: “Êdî gelê me hizûr dixwaze.”

Yapicioglu diyar kir ku esnaf di gel pirsgirêkên kû dîtiye qenaetkar e. Dûvre Yapicioglu wiha axivî: “Qenaetkariya esnafê me dewlwmendiya herî mezin e. Erê rast e. Di piyasê de bêkariyeke cidî heye û her ciyên ku em diçin wira em vê yekê dibînin. Pêwîst e ku qethiyên ji vê yekê re çareserî were kirin.”

Bêdengiya piyasayê esnafê neyînî bandirdar dike

Yapicioglu destnîşan kir ku di piyasayê de kêm pere heye, rêjeya bêksriyê zêde ye û di dovîzê de pêldan heye. Ev yek jî dibe sedema bêdengî û sekantiya piyasayê. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Nediyarbûyîna di welatê de însanan ji kirrîn û firotinê dike. Texmîna min ew e ku dê piştî referandûmê rewş çêtir bibe. Bêkariya li herêmê teqrîbî dû carê Tirkiyê ye. Divê ku ji vê bêkariyê re çareseriyeke were dîtin.”

“Heke hizûr çêbe dê rewşa kar jî baş bibe”

Yapicioglu diyar kir ku gel ji siyaseta çalan qerixiye û ji vir pê ve hizûr dixwaze. Dûvre Yapicioglu wiha destnîşan kir: “Me piştî ziyareta xwe ya li esnafê vê yekê dît. Esnafê ku ji siyaseta çal û berîqetan, wehşet û bêaramiyê kerixiye êdî hizûr dixwaze. Heke hizûr çêbe dê rewşa kar jî baş bibe.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir