• DOLAR 32.537
  • EURO 35.01
  • ALTIN 2434.22
  • ...
" Em Hollandayê û Hollandayiyan ji qetlîama Srebrenîtsayê nas dikin "
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Beştepeyê beşdarê bernameya 14ê Adarê Eyda TIPê bû û di bernamê de axavtinekê kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de qala geşedaniyên dawî yên di rojevê de kir û di derheqê Hollandayê ku ji wezîrên Tirkiyê re astengî derxistibû û bi şikleke tund li kesên pêşandar kiribû de nirxandinan kir.

Erdogan di nirxandina ku kir de diyar kir em Hollandayê û Hollandayiyan ji qetlîama Srebrenîtsayê nas dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde  kir: “ Di şer bi xwe de jî exlaq û rê û rêbazek heye. Di şer bi xwe de jî ji ekîbên tenduristiyê re gule nayê berdan. Ha, ger mirov wek Hollandayê be dibe ku guleyan berde, divê ez vê yekê jî bibêjim. Em Hollandayê û Hollandayiyan ji qetlîama Srebrenîtsayê nas dikin Em xirabiya cibiliyet û karektera wan ji kuştina 8 hezar Boşnaqan nas dikin. Em van zehf rind dizanin. Bila ku tu kes ranebe dersa medeniyet û medenîbûnê nede me.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir