• DOLAR 32.487
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2431.709
  • ...
 "Helwesta Xerbê ji dijberiyaTirkiyê zêdetir dijberiya Îslamê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapizciogluyê ku di bergeha xebatên partiyê de çû Sêrtê di derheqê rojevê de nirxandin kir. Yapicioglu di derheqê qrîza dîplomatîk a bi Hollandayê re û referandûmê nirxand.

Yapicioglu di derheqê destûra daketana balafira Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavuşoglu û deresînorkirina ji welatê Hollandayê ya Wezîra Malbat û Polîtîkatên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya de axivî.

Yapicioglu diyar kir ku di dîrokê de muemeleyeke wiha nehatiye dîtin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wisa xuya dike ku dê ev muemele çendeke din jî bidome. Piştî vê yekê welatên lokomotif ên Yekitiya Ewrûpayê Almanya û Fransa alîkariya Hollandayê kir. Ev yek tişteke da nîşanê me. Xerb, dema ku yekî ji wan zirarê dibîne hemî bihev re hereket dikin û hev diparêzin. Lewra ew weliyên hevdû ne. Divê ku em bizanin Xerb tu wextî ji welatên Îslamê re nabin dost.”

Yapicioglu diyar kir ku helwesta Xerbê ji  dijberiya Tirkiyê zêdetir dijberiya Îslamê ye. Dûvre Yapicioglu wiha axivî: “Ya rastî ew e ku ew li dijberiya Îslamê bertek didin nîşandan. Ew dijberiya Îslamê dikin. Lewra dijmintiya wan a li dijî Îslamê ya ku hêdî hêdî zêde dibe heye.”

“Pêwîst e ku welatên Îslamê zêdetir nêzîkê hevdû bibin”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Li Hollandaya ku tiryak serbest e, her cûr fihûşî tên kirin, hemî arzûyên nefsanî wek heywanî tên tatmînkirin û ji vê yekê re jî dibêjin welatê azadiyan e fikr û ramanên ku xweşê wan naçin qedexe ye. Ewrûpa rûyê xwe ya rast daye nîşandan. Divê ku welatên Îslamê vê yekê wek firset bihesibînin û zêdetir nêzîkê hevdû bibin û di nabeyna xwe de yekitiya ku hewce dike pêk bînin.”

Yapiciogu axavtina xwe wiha domand: “Ji roja ku me xwe terk kir, dev ji nirxên xwe berda, me baweriya xwe ji jiyana xwe dûr xist wek helwest bi vê şiklê li hemberê me vê yekê kirin û dê ev muemele bidome.”

“Em ji referandûmê xweser di meydanê de ne”

Yapicioglu diyar kir ku di referandûmê de helwesta wan eşkere ye û wek partî ji roja ku partiyê ava kirine heta îro ew tu wextî ji meydanan dûr neketine.

Yapicioglu wiha li axavitina xwe zêde kir: “Em di meydanê de ne û memleketê dizivirin. Em ji referandûmê xweser di meydanê de ne. Em beriya pêvajoyê jî di meydanan de bûn. Piştî ku pêvajoya referandûmê xelas bibe jî dê em di qadê de bibin.”

“Hindik jî bibe em guhertina makeqanûna cuntayê erênî dibînin”

Yapicioglu di derbarê guhertina makeqanûnê de jî axivî. Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wekê ku hûn dizanin ev makeqanûn heta biha 18 car hatiye guhertin. Dê bi vê guhertinê ji cara 19 emîn hindik jî bibe were guhertin. Gotina ‘na’ ya di vê referandûmê de dê makeqanûneke nû neyne. Lê dê umrê makeqanûna 1982yê dirêj bike. Hindik jî bibe em guhertina makeqanûna cuntayê erênî dibînin.”

Yapicioglu di derbarê uslûba di heyama referandûmê de jî kir. Yapicioglu wiha destnîşan kir: “Heta em dibêjinheke dê 50 milyon kes biçin serê sandûqê û ray bidin ev 50 hilbijêr bi binasiyên cûr bi cûr dikarin bibêjin ‘erê’ ya ‘na’. Ji ber vê yekê hemî kesên ku dibêjin ‘erê’ an jî hemî kesên ku dibêjin ‘na’ di heman kefê de tên nirxandin. Ev nirxanidn rast nîne. Em dibêjin uslûba ku gel ji hev cûda dike ne rast e.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir