• DOLAR 32.504
  • EURO 34.985
  • ALTIN 2430.093
  • ...
DYA: Em bawer dikin ku Şingal ne cihê PKKê ye!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mark Tonerê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê di civîna çapemeniyê de destnîşan kir Hikûmeta Kurtdistanê û Hikûmeta Iraqê gûftegoyê dikin da ku  li xerba Misûl û li Şingalê îstqrar bê sazkirin. Berdevk Mark Toner her wiha di derbarê hebûna PKKê ya li Şingalê de jî daxuyanî da.

Mark Toner di daxuyaniya ku da de diyar kir ew wan geşedaniyên ku di navbera Pêşmergeyan û PKKê de rû didin ji nêz ve taqîb dikin û wiha ragihandin “Em hewil didin  rageşiya ku rû daye bi dawî bibe!”

Ji rexekî ve Toner Mark Tonerê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYAyê diyar dike ku “me berî niha jî qala rageşiya li Şingalê kir. Nexasim em sedema wan rageşiyên ku ji ber PKKê derdikevin baş fêm dikin, em bawer dikin ku Şingal ne cihê PKKê ye û PKK ji bo me rêxistineke terorîst e” û ji rexê din ve jî Brett McGurkê Temsîlkarê Taybet ê Mucadeleya bi DAIŞê re yê Amrîkayê jî dibêje “ji bo rageşiya li heremê bi dawî bibe ew bi Herama Kurdistanê û bi Iraq û Tirkiyê re hevdîtinan dikin.”

Di pevçûna ku di 3ê Adarê de li gundê Xanesora Sînuna Şingalê ji ber tacîza PKKê derket de PKKyiyek miribû û 4 jê Pêşmerge tev de 7 kes birîndar bûbûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir