• DOLAR 32.36
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2307.158
  • ...
Xetereya dîreka ceyranê ya li kêleka xênî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Hîlwana Rihayê dîrekeke ceyranê ya ku li kêleka xaniyê ye wextê ku baran dibare çirûsk dide. Kesên ku di wê xaniyê de dijîn diyar kirin ku carinan ceyran wan digire. Di gel hewldanên wan ên di derbarê vê yekê de rêvebir tu tişteke nekirine.

Haçîm Kiliçogluyê xwediyê xênî diyar kir dema ku baran dibare temamê dîreka ceyranê dibe ceyran. Kesên ku ji ber dîrekê derbas dibin ceyran wan digire û ji tirsan jî jina wî newêre têkeve mitbaxê.

Kiliçogluyê ku li Taxa Baglarê di kolanan 714an de dijî diyar kir ji bo çareseriya vê pirsgirêkê cî nemaye ku wan serîlêdan nekirine. Lê ev xetere hêj nehatiye çareserkirin. Dûvre Kiliçoglu wiha bertek nîşan da:

“Dema ku jin bira min li vir qirş dirêt ceyranê wê girt. Jina min nikare di mitbaxê de bixebite. Lewra ceyran wê digire. Çendîn caran min li DEDAŞê geriya. Min li qereqol û Wezîrtiya Enerjiyê geriya. Lê pere nekir. Min li Parlementerê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba geriya. Dê ji wî jî tu tişteke dernekeve. Niha ewlehiya canê me tune. Her der bûye ceyran. Em li kî digerin bersiva me nade. Qey divê ku îlla yekî li vir bimire.”

Kiliçoglu wiha pê de çû: “Dê rewşa vê Hîlwanê çawa bibe. Ceyran qîza min a hanê jî girt. Em li kî bigerin. Em nikarin raste rast li Serokkomar an jî Serokwezîr pbigerin. Tu kes jî alîkariya me nake. DEDAŞ dibêje dê em werin. Lê nayê.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir