• DOLAR 32.508
  • EURO 34.621
  • ALTIN 2479.936
  • ...
Umrê ku 78 sal e bi berberiyê re derdas bûye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mustafa Karaçorluyê 78 salî yê li Xarpêtê dijî mesleka berberiyê ya ku 12 salî bûye dest pê kiriye hêj jî heman karê bi eşq û şewq didomîne. Karaçorlu destlnîşan kir ku ew 66 salê vê karê didomîne.

Karaçorluyê ku serê sibê dest bi kar dike dema banga mexrîbê dide dev ji kar berdide. Karaçorluyê ku diyar kir ew ji mesleka xwe pir hez dike û ji ber vê yekê gelek dostên wî çêbûye wiha axivî: “Ev 66 sal e ku ez vê karê dikim. Dema ez 12-13 salî bûm min dest bi vê karê kir. Herî kêm min 4-5 sal çeraxtî kir. Dûvre min dest bi qalfatiyê kir. Piştî ku ez çûm eskerê û hatim min dikana xwe vekir. Heta niha jî ez dixebitim. Îro gelek dostên min hene ku 60 sal e mişteriyên min in. Çendîn sal e me di vê karê de xwêdan rêtiye. Ji ber vê yekê dostên me hene.”

“Serê her tiştê exlaqê xweş e”

Karaçorlu diyar kir ku ew û mişteriyên wî derde xwe ji hev re dibêjin û ev yek jî perçeke ji karê wî ye. Dûvre Karaçorlu wiha diyar kir: “Tu bi mişteriyên ku tên re diaxivî û derdê xwe jê re dibêjî. Tabî ev yek wezîfa esnaf e. Tu çi qas zenaetkareke baş dibî bibe serê her tişyê exlaqê xweş e. Dema ku exlaqê mirov xweş nebe tu çi qas zenaetkareke baş dibî bibe pere nake.”

 “Min di saya vê karê de zarokên xwe da xwendin”

Karaçorlu diyar kir ku wî di saya vê karê ku ji nîv qernê zêdetir e didome de zarokên xwe daye xwendin. Dûvre Karaçorlu wiha pê de çû: “Min di saya vê meslekê de 3 zarokên xwe da xwendin. Min mala xwe îdare kir û dikan sitand. Min van di saya karê xwe de kir. Ez 78 salî me. Lê hemd ji Xweda re çavên min dibîne. Destên min digirin. Ji ber vê yekê ez bi rahetî dixebitim.”

Karaçorlu diyar kir ku di warê berberiyê de wekê berê çerax nayên perwerdekirin. Dûvre Karaçorlu wiha pê de çû: “Niha wekê heyama me çerax nayên perwerdekirin. Niha her kes aşiqê perê ne. Tu kes aşiqê kar nîne. Kesên ku tên ji bo perê tên dixebitin. Ji bo zenaetê nayên. Însan çi qas dirist bibe Xweda ew qas alîkariya mirov dike.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir