• DOLAR 32.378
  • EURO 34.996
  • ALTIN 2325.675
  • ...
"PKK 100 gundên Başûrê Kurdistanê dagîr kiriye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her roja ku derbas dibe li herema ku lê PKK heye bênavber mişkîle û pirsgirêk rû didin û bi heman awayî ji teref PKKê ve zilm û tehdayî li xelkê Kurd tê kirin.

PKKyê ku bûye bela serê Kurdan vê carê xwe li Kurdistana Başûr li Nahiyeya Sîdekanê nîşan da. Li gor agahiyên ku welatiyên Sîdekanê ji KDP.înfo re ragihandine PKK bûye belayê serê wan û PKK li wê heremê dest daniye li ser 100 gundî û qet nahêle ku gundî vegerin gundên xwe; ji kesên ku dihêlin derbasî gundên xwe bibin jî bac tê standin.

“Nahêlin xelk vegerin gundên xwe, yên ku nêzîkî wir dibe bac û gumrikan ji wan distînin.”

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî di derbarê rewş û geşedaniyên dawî yên li Kurdistana Iraqê de  nirxandinan kir. Çelebî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir 257 gund li sînorê nahiyeya Sîdekanê hene û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber PKKê ji wan gundan, 100 gund nehatine avedankirin û çekdarên PKK qet nahêlin ku destê avedaniyê bighê wan gundan. Nahêlin xelk vegerin gundên xwe, yên ku nêzîkî wir dibe bac û gumrikan ji wan distîne. Bila PKK ji navçeyên sînorên Başûrê Kurdistanê derkeve.”

 “Her roj pirsgirêkekê ji me re derdixin û nahêlin em vegerin ser mal û warê xwe.”

Qadir Haciyê ji welatiyên Sîdekanê jî di derbarê mijarê de destnîşan kir hebûna PKKê ya li navçeyê jiyana welatiyan têk daye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her roj pirsgirêkekê ji me re derdixin û nahêlin em vegerin ser mal û warê xwe. Her wiha ji ber wan jî balafirên Tirkiyê li erd û gundên me didin û ji ber vê yekê jî xelkê me şehîd û birîndar bûne û êdî xelk ditirse ku vegere ser mal û warê xwe. Bila PKKê  ji gundên me dûr bibe, da ku em vegerin ser malê xwe.”

“Ev 20 sal e ku em ji gundê xwe derketine û em koçber bûne”

Welatiyekî din bi navê Reşad Umer jî desîtnîşan kir : “Ji ber hebûna PKKê û bombebarana Tirkiyê, ev 20 sal e ku em ji gundê xwe derketine û em koçber bûne. Eger PKK ji wir derkeve û Hikûmeta Kurdistanê gundên me avedan bike, emê vegerin ser mal û erdê xwe û emê dest bi karê pez û çandiniyê bikin û dê rewşa me jî baş bibe.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir