PDK: PKK pirsgirêkan derdixe
Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Muhammed destnîşan kir PKK li cihê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên me alîkariyê bike, ew bi xwe jî pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re derdixe.
Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Muhammedê ku li Hewlêrê beşdarî bernameya bîranîna Mela Mistefayê Barzanî bû axavtinek kir. Muhammed di axavtina xwe ya ku kir de nexasim di derheqê aloziyên li Şingalê de û bi giştî li ser bûyer û geşedanên herî dawî yên li Kurdistana Iraqê de nirxandinan kir.
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Muhammed di axavtina xwe de wiha axivî: “Ew bûyer û geşedanên ku li Şingal, Qendîl, Mexmûr û cihên din qewimîn, ji bilî mişkîle û probleman ji bo Herêma Kurdistanê, tiştek din nînin.”
“Alîkarî kirin cuda ye û mudaxelekirina karên me yên navxweyî û xwe wek xwediyê van deran zanîn cuda ye”
Berdevk Muhammed di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK ji dewleta netewî bawer nake û wiha axavtina xwe zêde kir: “ Realîteya vê heremê heye, her çend ku ev gotin nexweş e jî, lê belê li her çar parçeyên Kurdistanê rastiyên cuda cuda hene û divê ev li ber çavan werin girtin. Ji ber vê yekê alîkarî kirin cuda ye û mudaxelekirina karên me yên navxweyî û xwe wek xwediyê van deran zanîn cuda ye.”(ÎLKHA)