• DOLAR 32.315
  • EURO 35.115
  • ALTIN 2293.917
  • ...
Yapicioglu: "Helwesta Hollanda bêedebiya dîplomatîk e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku li Bidlîsê bi temsîlkarên çapemeniya navneteweyî û mehelî re hat bal hev  di derbarê  helwesta Hollanda ya li dijî Wezîrê Karên Derve û Wezîra Polîtîkayên Civak û Malbatê de diyar kir ev helwesta Hollanda, bêedebiya dîpolomatîk e û dibe ku sedema vê yekê îmtîhanên ku dê roja çarşemê li Hollandayê bên kirin be.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de qala helwesta Hollandayê kir û wiha diyar kir: “Weke ku hûn dizanin di van rojên dawî de rojeva herî girîng a Tirkiyê geştên Wezîrê Karên Derve û Wezîra Polîtîkayên Civak û Malbatê yên li Ewrûpayê û qrîza dîplomatîk a ku di encama astengkirina van geştan de derketine holê ye. Em dikarin vê rewşê ji bênezaketiyê zêdetir wek bêedebiya dîplomatîk binav bikin.”

“Dema ku me riayetî hudûdên Xweda dikir me ji wan re  sînoran xêz dikir”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir dibe ku ev rewş demeke din jî berdewam bike û ew ê Ewrûpa piştî hilbijartinên ku dê roja çarşemê bên kirin re helwesta xwe parîkek din nerm bike. Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Lê divê tiştek ji wan neyê hêvîkirin û ev nerast e. Hûn jî dizanin dema ku daxuyanî dihatin dayîn qala şibandina ‘Bermayiyên Nazî’ dihat kirin û daxuyaniyên mîna ‘sînor hat derbaskirin’, ‘xêz hat borîn’ hatibûn dayîn. Di heqîqetê de ji xalên ku divê em li ser bifikirin yek jî ev xal e: Ji kîjan sînorê tê behskirin, kî van sînoran xêz dike, çima rewş hat vê astê, çawa çêbû ku ji temamê kesan re sînoran tayîn dikin? Dema ku em em bûn, ango dema ku me riayetî Hududullahê ku Xweda ji bo me  xêz kiribû dikir, me ji wan re sînoran xêz dikir. Cihên ku divê ew lê bisekinin me ji wan re digot. Me hedê wan nîşanî wan dida. Lê dema ku em ji xêza ku Xweda ji bo me xêz kiribû dûr ketin, êdî ew dest bi efendîtîkirina li ser me kirin. Naxwe divê em bi xwe de bixeyidin ne bi wan de.”

 “Divê em guh bidin îqaza Îlahî û em zanibin ku ji wan ji me re dost çênabe”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe diyar kir çareya xelasbûna ji vê rewşê wek Mislimanan vegerîna li ser eslê xwe ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê em dost û dijminên xwe ji nû ve nas bikin û pêwîst e em zanibin ku bi van re dostanî nayê kirin. Her wiha divê em di vê çarçoveyê de hereket bikin.  Dibe ku pêwendiyên me însanî û tîcarî çêbibin; lê divê em guh bidin îqaza Îlahî û em zanibin ku ji wan ji me re dost nabe.”

Di civînê de ji Yapicioglu di derheqê encama referandûmê de pirsek hat kirin. Yapicioglu bersiva pirsa ku jê hat pirskirin wiha bersivand: “ Bi ya min 3 kêm 5 zêde nêzî ji sedî 55 ew ê dengê erê derkeve. Texmîna me ev e.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir