• DOLAR 32.492
  • EURO 34.952
  • ALTIN 2435.485
  • ...
"Divê em bertekên xwe yên li dijî qedexeya bangê di qadan de bidin nîşandan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Wanê saziyên civakî yên siwîl piştî ku qedexeya bangdayînê ya li Qudsê ji teref Îsraîla rejîma îşqalker ve hat pejirandin bertek nîşan dan. Saziyan diyar kirin pêwîst ke ev bertek di qadan de werin nîşandan.

Serokê Şaxa Wanê yê Cemiyeta Mustazafan Recep Karabulak diyar kir heke Misliman ji vê yekê re bertek nîşan nedin dê ev qedexe were berfirehkirin.

Karabulak wiha destnîşan kir: “Delîleke herî mezin a ku beldeke Îslamî ye mizgeft û bang in. Heke li dereke minare hene û dengê bangê ji wir were ev der beldeke Îslamê ye. Diyar e ku hişmendiya Siyonîst û Yahudî hewl dide ku emareyên Îslamê ji holê rake. Ji van a herî girîng bang e. Belkû ev qedexe di nabeyna saetên 23.00 û 07.00an de ye. Lê hûn jî dizanin ku polîtîkaya Yahudiyan ew e ku bangê bi temamî bidin kerrkirin.”

Karabulak diyar kir divê ku mirov li dijî planên Îslamê baldar bibe. Dûvre Karabulak wiha destnîşan kir: “Çi qas Misliman dev bavêjin hev Yahudî wan îsîtsmar dike. Ji rexê din ve mixabin siyaseta populer dibe sedem ku çavên gelê me kur dibe.”

“Siyonîstan ji holêrakirina muhra Îslamê ji xwe re kirine armanc”

Serokê Şaxa Komeleya Ciwaniya Anadolê û Berdevkê Heyamê yê SDÎyê Şeref Akbulut wiha axivî: “Siyanîstan di serî de ji tengkirina bangê re zemîn hazir kirin. Civakê hînê vê yekê kirin. Dê êdî berê banga sibê dûvre jî ya her wextê qedexe bikin. Lewra dizanin ku ew der ya wan e. Dê ji rojên bi pirsgirêk ên Mislimanan îstîfade bikin û zulmên mezintir bikin. Lê dê Xweda firset nede wan. Lewra bang bes ji lafizê pêk nayê. Bang şîara Îslamê ye.”

Akbulutê ku diyar kir divê ku di qada navneteweyî de ji Îsraîlê re bertek were dayîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwezî dengê me zêdetir serketiba. Qe nebe me wek dewlet û gel bertek bida nîşandan û daxuyanî bida.”

“Pêwîst e ku mirov bi dengeke bilind Îsraîlê tel’în bike”

Serokê Şaxa Wanê yê Memur-Senê Osman Ayşîn diyar kir divê ku Îsraîl were şermezarkirin. Dûvre Ayşîn wiha pê de çû: “Dê sînordarkirna hestên dînî ya wek diltirs faîde ne tu kesê. Îsraîlê ku di Rojhilata Navîn de xwedî ciyeke piçûk e bi dijmintiya li dijî Îslamê hewl dide ku pêş ve biçe. Lê ev yek beyhûde ye. Pêwîst e ku mirov bi dengeke bilind Îsraîlê tel’în bike.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir