• DOLAR 32.536
  • EURO 34.771
  • ALTIN 2493.399
  • ...
Ewrûpa ne dost e û dê nebe dost
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref HUDA PARê ve di derbarê rojeva hundir û derve de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat dayîn de di derheqê  helwesta Almanya û Holladayê ya li dijî wezîrên Tirkiyê, di derheqê ji teref îsraîlê sîyonîst ve qedexekirina azana şerîf û di derheqê şerê ku li Sûriyê berdewam e de nirxandinên balkêş hat kirin.

 “Pêwîst e Tirkiye dev ji israra xwe ya têketina Yekîtiya Ewrûpayê berde”

Di daxuyaniya ku hat dayîn de ji teref hikûmeta Hollandayê ve astengkirina bernameyên Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Polîtîkayên Civak û Malbatê bi bîran hat xistin û di derheqê mijarê de wiha hat destnîşankirin: “Ev tewra Almanya û Hollanda, rûyê wan a rastî nîşan daye. Nexasim ew kiryara ku Hollandayê kiriye ji bênezaketiya dîplomatîk zêdetir bêedebiyeke sîyasî ye. Wiha xuya dike berî hilbijartinan  nîjadperest Geert Wîlders şexsê wî bi xwe nehatibe îqtîdarê jî fikrên wî hatine serî.  Divê bê zanîn  ji zihniyeta Xaçperestan ji welatên Îslamê û  Mislimanan re dost çênebûye û dê dost çênebe jî. Lê Tirkiye berê xwe daye Ewrûpayê û bi israr hewil dide pê re bibe dost. Ev geşedaniyên ku rû dane cardin nîşan da ku Ewrûpa ne dost e û dê nebe dost jî. Ji ber vê sedemê divê Tirkiyê dev ji vê israra xwe berde û divê rûye xwe ji Ewrûpayê vegerîne alema Îslamê. Her wiha divê hewil bide di nava welatên Îslamê de yekîtiyekê bidamizrîne.”

Sepanên rejîma terorê ya sîyonîst

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji rexekî ve  ji teref rejîmê sîyonîst ve gelek îşkenceyên giran li girtiyên Filîstînî tên kirin û ji rexê din ve jî  malên Filîstîniyan tên xerakirin. Dû re di derbarê mijarê de wiha hat destnîşankirin: “  Di van pêlên dawî de ji teref parlementoya sîyonîstên îşxalker ve li Qudsa ku hatiye îşxalkirin banga şerîf hat qedexekirin û  peşnûmayeke qanûnê ya ku tê de tê xwestin kesên ku li dijî îsraîlê îşxalker banga boykotê dikin ‘nekevin nava welêt’ hatibû erêkirin ku ev yek jî  nîşan dide ku îsraîlê sîyonîst gav bi gav ber bi armanc û emelê xwe ve pêş ve diçe.”

Her wiha hat diyarkirin pêwîst e temamê Mislimanan li dijî van sepanên rejîma terorîst berteka xwe nîşan bidin û wiha pê de hat çûyîn: “ Li dijî van zilmên sîstematîk û qerarên niîjadperest di serî de  Xezze û bi giştî jî temamê Mislimanên li ser rûyê erdê pêwîst e guh bidin banga ‘yekbûnê’ ya ku ji Filîstînê tê qêrîn û divê mesaîya xwe ji bo wehdeta Mislimanan xerc bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de di derheqê şerê navxweyî ya li Sûriyê  de jî hat diyarkirin  çareseriyeke mayînde bi lihevkirina welatên Îslamê ya di nav xwe de mimkûn e.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir