• DOLAR 32.586
  • EURO 34.827
  • ALTIN 2412.595
  • ...
Akademîsyenan ji qedexekirina bangê ya li Qudsê re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Akademîsyenên Zanîngeha Mûş Alparslanê ji ber ku li Qudsê ji teref neclîsa Îsraîla sîyonîst ve bangdayîna bi hoparlorê ya di saetên ku hatine diyarkirin de hatiye qedexekirin bertek nîşan dan.

Yusuf Kenan Atilganê ku Alîkarê Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Muş Alparslanê ye ji pêşnûmaya qanûna ku qedexeya bangdayînê pejirandiye re bertek nîşan da. Atilgan diyar kir ku wekê her caran dîsa Îsraîlê tevlê karên ji gewda xwe bezintir bûye. Ev qedexeya bangdayînê nayê qebûlkirin.

Atilgan wiha diyar kir: “Îsraîl gelê herî şûm a dinyayê ye. Îcraetên ku ew dike nefreta herkesî dikêşe ser xwe. Bi taybet wê hesaba xwe ya bi dinyaya Îslamê re nekarî çareser bike. Dema em li welatên ku pirsgirêkên wan bi Îsraîlê re heye mêze dikin hemî welatên Îslamê ne. Em her tim dibînin ku ewladên erdnîgara gêlê wê Mislimanan û welatên Îslamê ne. Wekê her caran dîsa Îsraîlê tevlê karên ji gewda xwe bezintir bûye. Em bawer nakin ku dê li vir ser bikevin. Bê guman dê vê qedexê betal bike. Qedexekirina bangê bi tu şiklê nayê qebûlkirin.”

“Gor mantiqa parêzgeriya Îsraîlê hemî însan ji bo ku xizmetê ji wan re bikin hatine xulqkirin”

Erkedarê Hîndekarê Zanîngeha Muş Alparslanê Erdal Eker diyar kir ku ev qedexe gaveke projeya îşqalkirinê ye. Dûvre Eker wiha destnîşan kir: “Gor mantiqa parêzgeriya Îsraîlê hemî însan ji bo ku xizmetê ji wan re bikin hatine xulqkirin. Îslam jî civakî ye. Ev yek jî bi bang, hîcab û nimêja bi cemaet ji najêr û Qudsê re radigihîne. Mimkûn nîne ku Îsraîl vê yeka ku dijî terza jiyana wê ye qebûl bike. Îsraîl ketober vê yekê qedexe nake. Ev yek piştî sala 1948an her tim gaveke projeya îşqalê bûye. Dê îro bang were qedexekirin, sibe hîcab, roja din jî têketina Mislimanan a li Mescîdê Aqsayê. Ev wel lokal tê qedexekirin. Dê ev her tim çêbe. Divê ku li vir Misliman xwedî hest bibin û li dijî dengê Îsraîlê bibin yek deng.”

Yrd. Doç. Dr. Murat Kayacan diyar kir ku ji derdên herî girîng ên Mislimanan yekî jî Quds e. Di nav gelê Îsraîlê de jî kesên ku ji vê yekê re bertek didin nîşandan hene. Dûvre Kayacan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tabî sedemên vê yekê yên cûr bi cûr hene. Ji derdên Mislimanan a herî girîng Quds e. Di nav gelê Qudsê yên ku ji vê yekê re bertek nîşan didin hene. 55 parlementerên Îsraîlê dibêjin bila ev qedexeya di nebeyna saetên 23.00 û 07.00an de pêk were û 48 parlementer jî vê qerarê red dikin.”

Kayacan diyar kir ku rejîma terorê digel biryara Neteweyiyên Yekbûyî îşqala xwe didomîne û ji DYE û dewletên emperyalîst jî piştgirî distîne û bi hêz dibe. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir