Kesên ku mexdûrên erdhejê neji ber ku gotinênserokê şaredariyê jê re bertek nîşan dan
Di wan rojên borî de li Samsata navçeya Semsûrê erdhejek pêk hatibû û Serokê Şaredariya Samsatêdi masa qeyranê de daxuyaniyeke çapemeniyê dabû. Gundiyên gundê Taşkuyuyê ji ber daxuyaniya serokê şaredariyê jê re bertek nîşandan.
“Dikin bi malên kevin me bixapînîn.. Çadiran dizine…”
Serokê Şaredariya Samsatê Yunus Firat di daxuyaniya ku piştî erdhejê dabû de destnîşan kiribû ku xisar li gund tune ye û wiha li axavtina xwe zêde kiribû: “ Dikin bi malên kevin me bixapînin. Em digel waliyê xwe çûn wî gundî. Waliyê min bi Kurdî dizane. Min ji wan re got ku hûn derewan dibêjin. Hinek ji wan çadir jî dizîne.”
“Pêwîst e Firat ji gundiyan lêborîna xwe bixwaze”
Piştî van gotinên Firat ehlê gund ji gotinên serokê şaredariyê bertek nîşan dan. Ji gundiyan kesê bi navê Furkan Kuçuk di derbarê mijarê de diyar kir divê Firat van îddiayên xwe îspat bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger îspat neke divê ji ehlê gund lêborînê bixwaze. Lewra tu kes ranabe mala xwe xera nake û nikare xera bike. Dema ku Serok Firat van tiştan got kenîna wekîlan û bersivnedayîna Walî Beg me xemgîn û mehzûn dkir. Lewra diviyabû li wê derê bertekek hatibana nîşandan. Însanan bi dizî û derewgûyê îthamkirin asta rezîltiyê ya herî pîs e. Pêwîst e Firat ji gundiyan lêborînê bixwaze.”
Kesê bi navê Sefîr Demîrbay jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Reîsê Şaredariyê dibêje ‘gundiyên Taşkuyuyê malên xwe bi destên xwe xera kirine da ku pereyan bistînin.’ Da baş e em bibêjin malên axî me xera kir, başe li wan banan binêre tev stûnên wan derizîne; ew ê ji vê re çi bibêje.”
“Kî dikare mala xwe xera bike”
Kesê bi navê Adem Avci jî diyar kir serokê şaredariyê bêbextiyan li wan dike û wiha pê de çû: “Ew axa ne, ji feqîran hez nakin. Tu carî kêfa wan ji gundê me re nehat û nayê jî. Kî dikare rabe mala xwe xera bike. Gelo ma eseh bûye ku dê dewlet malên me çêbike ku em rabin malên xwe xera bikin? Ger wiha be naxwe tu jî çûyî Samsatê xera kirî. Gelo me tiştek wisa dibe?”
Kesên bi navê Eyyub Kuçuk, Hamza Dag, Şevket Dag û Muhammed Avci jî ji gotinên serokê şaredariyê bertek nîşan dan û ji ber bêbextiyên ku li wan hatiye kirin nerazîbûna xwe anîn zimên.(İLKHA)