• DOLAR 32.453
  • EURO 34.492
  • ALTIN 2472.507
  • ...
"Temamê dinyayê Ala Kurdistanê nas dike, ger tu nas nekî dê çi bibe?"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu  li Şirnexê bi endamên partiya xwe re hat cem hev. Yapiciogluyê di daxuyaniya çapemeniyê ya ku da de di derheqê gotinên Dewlet Bahçelî yên di derheqê Ala Kurdistanê de, di derheqê ‘Pirsgirêka Kurdan’ û qewmiyetperestiyê, mişkîleyên gelê Şirnexê, makeqanûna û referandûmê de nirxandinên balkêş û girîng kir.

 “Ala te pîroz e, ma  ala kesên din kincik e? Ev yek bêhedî û bêedebî ye”

Yapicioglu di nirxandina ku kir de  di derheqê gotinên ku Dewlet Bahçelî di derheqê Ala Kurdistanê de gotibû de diyar kir ‘Temamê dinyayê Ala Kurdistanê nas dike, ger tu nas nekî dê çi bibe?’ û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Serokwezîr doh çi got. ‘Di warê micadeleya terorê de di neqaba me û Bahçelî de mîlîm ferq tuneye. Pêvajoya referandumê pir hesas e.’ Lê bi rastî jî tiştê ku Bahçelî kiriye pir eyb û şerm û li gor me dabeşkerî ye. Dibêje ‘ Hewil didin me weke ku em li dijî birayên xwe yên Kurd in nîşan bidin.’ Yanî pîvana te ya biratiyê çi ye? Gelo Kurdên di sînora Tirkiyê de birayê te û yên din jî dijminê te ne? Ger pîvana te sînor bin, wê demê ew Tirkmenên li derveyê sînor ji kû dibin birayê te. Ala te pîroz e, ma  ala kesên din kincik e? Ev yek bêhedî û bêedebî ye. Ev yek eybeke pir mezin e. Haya wî jê heye ku dilê wan Kurdên ku ew ji wan re dibêje birayên min in maye. Ger ku haya wî jê tunebe ev tiştekî pir mezin e. Temamê dinyayê wê alê nas dike, ger tu nas nekî dê çi bibe? Dema ku yek ji eyaleteke ji Elmanyayê hat ew ê hûn bibêjin wî pêşwazî bikin? Hûn nabêjin. Hûn ji gawûran re nabêjin, baş e hûn çima ji birayên xwe re dibêjin. Radibin bi cedd û mezinên xwe pesna xwe didin. Ew Osmaniyê ku tu dibe ceddê min e  ji van axan re gotiye Kurdistan, Selçûkiyan jî ji van deran re gotine Kurdistan. Di salên ewil ên Cumhuriyetê de jî ev der Kurdistan bû. Di sala 1920an de kesên ku ji vê derê çûne meclîsê wek wekîlên Kurdistanê çûne.Naxwe gotina Kurdistanê dabeşkerî ye, here wê de.”

 “Mumîn ki dibe bila bibe birayê min e”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ‘Em tenê pîvanekê nas dikin û ew pîvana me Îslam e.’ û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda di Qur’anê de gotiye ku  mumin bira ne. Mumîn ki dibe bila bibe; dixwaze bila Kurd, dixwaze bila Tirk, dixwaze bila Rûs û Îngîlîz  û dixwaze bila Ereb be ew birayê min in. Lewra Xweda wî ji min re kiriye bira. Ma ez kî me ku vê yekê red bikim. Ez heddê xwe dizanim û ji hemû kesî re jî tewsiye dikim û bila hemû kes heddê xwe zanibe.  Her kesên ku heq û mefan ku Xweda daye, tenê ji xwe re   wek heq bibîne heddê xwe boriye û ev bêheddî û bê edebî ye.”

“Em lê mêze nakin ku ya/yê neheqî lê hatiye kirin kê/kî ye”

Yapicioglu diyar kir ew nîqaşên di bergeha qewmiyetparêzî, miletparêzî û nîjadperestî de tên kirin çewt dibînin. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ne Kurdperest û ne jî Tirkperest in! Em misliman in. Em însan in. Me bi xwe biryar neda ku dê em li kû memleketê werin dinê. Em Kurd in. Lê em ne Kurdperest in. Em neheqiyên kesên ku neheqî li wan hatine kirin wek qewmiyetî û nîjadperestî nasehebînin. Em lê mêze nakin ku ya/yê neheqî lê hatiye kirin kê/kî ye. Em napirsin ku ziman û irqê wê çiye. Heke neheqî li yekî hatibe kirin em dixwazin ku vê neheqiyê bînin ziman. Em dixwazin ku neheqiya lê hatiye kirin ji holê rakin.”

“Pirsgirêka Kurdan heye”

Yapiciogluyê ku diyar kir ku li herêmê şewatên xedar çêdibin, divê ku herkes vê yekê bibîne û ji vê ders bigire wiha axivî: “Ez lê ewle nînim ku gelo ji vê yekê baş êbret hat sitandin ya ne. Ez hêvîdar im ku ji şewat, xerabûn, beheqî û bêedaletiyê hinekan ders sitandine. Lê mêze bikin. PKK encam e. Sedem nîne. Pirsgirêka Kurdan heye û ev pirsgirêk 100 sal e didome. Bihuriya PKKê jî hêj nebûye 40 sal. Ji ber ku neheqî hatin kirin PKK derket holê. Heke hûn pirsgirêka Kurdan bes wek PKK û çekên di destê PKKê de bibînin hûn çewtî dikin.”

“Sermayeya PKKê çekên di destê wî de ne”

Yapicioglu diyar kir ku sermayeya PKKê tûndî û çekên ku di destê PKKê de ne ye û ev yek jî ne taktîkên heyamî ne. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên ku sermayeya wan çakûç bibe çi bibînin dizanin ku bizmar in. Sermayeya PKKê çekên di destê wê de ne. Safîtî ye ku mirov hêvî bike da ku dê rêxistineke ya ku sermayeya wê bes çek û tûndiye dev ji vê yekm berde. Nexwe tûndî û bikaranîna çekan wek stratejî dîtine. Yanê tûndî bes taktîkeke ya ku heyam bi heyam didomînin nîne. Ew dizanin ku tûndî encamên baş bi destê wan dixe.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de dewiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî hilbijartina 7ê Hezîranê Serokê Giştî yê HDPê ji kesên ku wek emanet ray dabûn re teşekûr kir. Demildest Qendîl eyar da vê gotinê. Gotin na. Rayên emanet tune. Hemî ray yên me ne. Piştî 7ê Hezîranê heta 22yê Tîrmehê bûyerên tûndiyê zêdetir bûn. Gelo berê tunebû? Hebû. Di Berfanbara 2014an de li Taxa Nûhê ya Cizîrê al vedan, berîqet saz kirin û 8-10 saet li ser hevalên me gule reşandin. Yanê nêzî 6 mehan beriya hilbijartina hezîranê bû. Wê çaxê jî heman tişt bû. Wê çaxê jî berîqet hebûn. Di bûyerên ku 6-7ê cotmehê pêk hatin de milet ji bo ku carek din bûyerên wiha neqewime rayên wan ji sedî 6,5an derxistin ji sedî 13an. Wan vê yekê çewt fêm kirin.

“Hêj pirsgirêkên Şirnexê nehatine çareserkirin”

Yapicioglu diyar kir ku hikûmet di derheqê Şirnexê de sozên dabû pêk nenaiye. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hevalên me yên li Şirnexê di derbarê bajêr de raporê ji me re ragihandin. Ji navenda me ya giştî heyetên me hatin li lir lêkolîn kirin. Lê wek serokê giştî ez piştî xerabûnê nehatibûm vira. Me pirsgirêkên Şirnexê dizaniya. Lê em îro hatin me rû bi rû gelê re hevdîtin kir. Hêj pirsgirêkên Şirnexê nehatiye çareserkirin. Li Şirnexê hema hema pirraşniya avahiyan xera bûye. Sozeke hikûmetê hebû. Dê beriya ku hêj zivistan nehatiye ji bo gel avahî saz bikira û dûvre teslîmê wan bikarba. Me dît ku vê sozê neaniye cî.”

“Gelê Şirnexê mexdûr e”

Yapicioglu mijara mexdûriyeta gel û hêj ku avahiyên nû nehatine avakirin yên din xera dikin rexne kir û dûv re  wiha li axavtina xwe zêde kir: “Biryar hatiye dayîn hêj ku avahiyên nû nehatine avakirin dê hinek xêniyên di Taxa Gazîpaşa de werin xerakirin. Ji ber ku hêj avahiyên nû nehatine avakirin dê hinek xênî werin xerakirin gel diltirs e. Avahiyên li Taxa Gazîpaşa yên ku dê werin xerakirin jî zêde xisarê nedîtine. Di hinek avahiyên li wir de însan dijîn. Pirsgirêka herî mezin a esnafê ku me wan ziyaret kir ew e ji ber ku pirraniya avahiyên li bajarê werin xerakirin gel malên xwe birine bajêr û navçeyên hawîrdor. Wan destnîşankirin ku ji ber vê yekê karê wan wekê berê baş nîne. Kesên ku li bajêr dijîn ji ber ku rewşa wan a aboriyê wekê berê baş nîne nikarin tiştekî bistînin. Ev yek esnafê wek neyînî bandordar dike. Esnafên ku nikarin kirêya xwe bidin hene. Armanca hatina me ya vira ew e em hatin ku kêmasiyan bibînin û tespît bikin. Dûvre vê yekê bikin rapor.”

Yapicioglu wiha qala hinek pirsgirêkên esnafê yên ku wan bi xwe jê re ragihandine kir: “Bi taybet hatiye ragihandin ku dê zirarên kesên ku qeyda bacên wan tune neyê dayîn. Tiştên ku ji me re hatine gotin ev in. Dê em vê yekê di meqamên fermî de biaxivin û em amade ne ji bo vê gelê çi ji destê me were dê em bikin.”

 “Fikra me ew e heke ku em di referandûmê de bibêjin ‘erê’ dê bixêrtir bibe”

Yapicioglu di derbarê referandûma guhertina makeqanûnê de wiha diyar kir: “Nîvê gel dê di referandûmê de bibêje ‘erê’ nîvê wê bibêje ‘na’. Kîjan ji sandûqê derşdikeve bila derkevê. Dê di nabeyna wan de zêde ferq tunebe. Gor nezera me dê ‘erê’ zêdetir derkeve. Lê dê rêjaya ‘erê’ ya ‘ne’ hêrî zêde ji sedî 60 bibe. Madem wiha ye hûn bibêjin ‘erê’ yan ‘na’ jî îlla kesên ku bertek bidin dê hebe. Heke hûn bibêjin ‘na’ dê kesên ku dixwazin ‘na’ derkevê dê wek erênî bertek nîşan bidin. Fikra me ew e heke ku em di referandûmê de bibêjin ‘erê’ dê bixêrtir bibe. Me wiha biryar da. Piştî ku me wiha diyar kir kesên ku kêfxweş bûn erênî bertek nîşan dan. Lê bertekên neyînî jî hene. Ev kesên ku naxwazin ‘erê’ derkeve ne.”

“Daxwaziya me û miletê me a yekemîn makeqanûneke nû ye”

Yapicioglu diyar kir digel guhertinê dê îskeleta Makeqanûna 1982yan hebûna xwe bidomîne. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Niha piştî derbeya leşkerî ya 1982yan makeqanûna ku li ser siparişa cuntayê hat amadekirin tê tetbîqkirin. Di makeqanûna 1982yan de heta niha 18 guhertin pêk hatiye. Nêzî 170 madeyên wê hebûn. Heke di referandûmê de ‘erê’ derkeve dê 21 madeyên wê jê were derxistin. Madeyên ku berê hatibûn rakirin hebûn. Ji ber vê yekê dê jimara madeyan ji 177an bikeve 155an. Dê Ji van jî 98ê wê were guhertin. Lê hêj jî îskeleta ruhê Makeqanûna 1882yan hebûna xwe didomîne. Daxwaziya me û miletê me a yekemîn makeqanûneke nû ye.”

 “Gor me desthilatiyên serokkomar ên di derbarê darazê de zêde ye”

Yapicioglu di derbarê vesazkirina nû ya ku dê ji gel re were pêşewazkirin de wiha daxuyanî da: “Nexwe ev guhwrtina makeqanûnê bêqisûr e, çewtiyên wê tune? Erê, heye. Gor me desthilatiyên serokkomar ên di derbarê darazê de zêde ye. Lê em dikarin bibêjin îxtîmal e ku wek bertekî kesên ku vê yekê amade kirin vê guhertinê lê zêde kirine. Çima? Lewra berê Lijneya Bilind aHakim û Dozgeran jî tê de rêbaza hilbijartina organên daraza bilind ji teref gel vê zêde nedihat zanîn. Ez dikarim bibêjim saziya siyasetê ya vesazkirinê saziyeke wisa saz kiribû ku pergaleke tebeq hebû. Di referandûma sala 2010an de makeqanûn hat guhertin. Dûvre di sala 2011an de Hakimtiya Kursiyê ya hilbijartinên Lijneya Bilind a Hakim û Dozgeran ji teref hakim û dozgerên ku di dadgehê de wezîfadar bûn ve hatin hilbijartin. Û bûyera FETO derket holê. Li her derê zilamên xwe bicî kirin. Piştî sala 2011an pê ve jimara daîreyên xwe yên di Dadgeha Bilind de zêde kirin.167 endamên nû şandin. Hema hema tevahiya van endamê FETO bûn.”

“Heke em bibêjin ‘erê’ dê Makeqanûna 1982yan hinek were guhertin, heke em bibêjin ne dê umrê Makeqanûna 1982yan hinek jî dirêjtir bibe”

Yapicioglu diyar kir ku guhertina makeqanûnî ya ku dê pêk were kafî nabînin lê ji ber ku dê Makeqanûna 1982yan were guhertin vê yekê erênî dibînin. Dûvre Yapicioglu wiha destnîşan kir:

 “Makeqanûnên 1961, 1982yan û heta ya Makeqanûna 1924an makeqnûnên heyama leşkerî ne. Em dibêjin divê ku êdî makeqanûneke siwîl were amadekirin. Di gelek heyaman de gelek makeqanûn wek bertekî hatine amadekirin. Di madeyên ku di derbarê guhertinê de hatine amadekirin qe nebe bertekî ne. Ji ber vê yekê gor nezera me dê ev umrdirêj nebe. Dê dûvre were guhertin. Wek kurtasî zêdek û kêmekên wê hene. Me dît ku zedekên wê ji kêmekên wê zêdetir in. Heke em bibêjin ‘erê’ dê çi bibe, heke em bibêjin ‘erê’ dê Makeqanûna 1982yan hinek were guhertin, heke em bibêjin ne dê umrê Makeqanûna 1982yan hinek jî dirêjtir bibe.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir