Êrîş li polêsan hat kirin
Li Stenbolê bi çekên lûlê dirêj êrîş li wesayîta polêsan hat kirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin êrîşa çekdarî li Ataşehîra Stenbolê hat kirin. Kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ji wesayîteke ku tê diyarkirin ya diziyê ye bi çekên lûle dirêj li ser wesayîta polêsan de reşandin.
Hat hînbûn di encama êrîşê de tiştek bi tu kesî nehatiye û ji bo kes an jî kesên êrîşkar bên girtin xebat hatin destpêkirin.(ÎLKHA)