Esnafê sîteya sanayiyê: "Ji sala 1974an vir ve xizmet ji bo me nehatiye kirin"
Esnafên Sîteya Sanayiya Mêrdînê destnîşan kirin ji sala 1974ên ku lê sanayî hatiye damzirandin vir ve ji bo wan tu xizmet nehatiye kirinû esnaf xwestin ku ji mişkîleyên wan re çareserî bê dîtin.
Serokê Kooperatîfa Sîteya Sanayiya Biçûk a Mêrdînê Şeyhmus Çalkan destnîşan kir di sîteyê de nêzî 500 dikandaran xizmetê didin. Çalkan dû re wiha diyar kir: “Niha mişkîleyên dikandarên me gelekî zêde bûne. Temela sanayiyê di sala 1974an de hat avêtin û ji wê rojê ve ji me re xizmet nehatiye kirin. Digel ku me serîlêdan kiribin jî tu tişt nehat kirin û mişkîleyên me zêde bûn. Me ji rêyên xerabûyî û ji çopên ku nayên berhevkirin gelek eziyet kişand û em hêj dikşînin. Em ev bi salan e ku van mişkîleyên xwe tînin zimên lê tu çareserî ji wan re nayê dîtin. Lê em dîsa hêvîdar in ku dê ji sanayiyê re xizmet bê kirin.”
Di nava Sîteya Sanayiyê ya Mêrdînê de nêzî 500 kargehî heye. Fexrettîn Cîhanê ji dikandarên sîteyê destnîşan kir rêyên wan xerabûyî, ceyranên wan her tim qut dibin û çopên wan jî nayên berhevkirin.
Yunus Irmakê ku çnêzî 10 salan di sîteya sanayiyê de hostatiyê dike jî diyar kir gelek mişkîleyên wan hene ku di nav wan ên herî mezin mişkîleyên çrê û çopê ye.(ÎLKHA)