"Ji bo îro û sibeya însanetiyê em ji bo pîrekan edaletê dixwazin"
Di daxuyaniya ku ji teref Cemiyeta Mafên Însanan ve ji ber minasebeta 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat dayîn de hat diyarkirin pîrekên roja me hewil tê dayîn ku wa bikin xizmetkara berjewendiyên kapîtalîst.
Daxuyaniya çapemeniyê li avahiya Cemiyeta Mafên Mirovan hat dayîn û pîrekên ku endamên cemiyetê bûn beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji teref Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Cemiyeta Mafên Însanan Hatîce Kubra Ozoruç ve hat dayîn. Ozoruç di daxuyaniya ku da de destnîşan kir divê bi çavê dê, hevser û paydar li pîrekê bê nihêrtin.
Ozoruç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir roja jinan ji maneya xwe ya rastî tê dûrxsitin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji sala 1910an vir ve ew îhlalkirina mafên jinan û di şiklên cuda de dewam kirina wê, roja jinan ji roja bûyîna xizmetkarên berjewendî û menfeatan kapîtalîst pê ve nekirye tu tişt. Hêzên serdest û kapîtalîst û zalim tu carî xwe, ji pîrekan li gor menfeatên xwe bikaranînê nedane paş. Hetta pîrek ji teref hemcinsên xwe ve ji ber fikr, bawerî û ji ber şêwaza xwe ya jiyanê hatine eciqandin.”
“Pîrek ji teref wan kesên ku ji bo pîrekan wekheviyê diqêriyan ve hatin mexdûrkirin”
Ozoruç di berdewama daxuyaniyê de diyar kir pîrek ji teref wan kesên ku ji bo pîrekan wekheviyê diqêriyan ve hatin mexdûrkirin û wiha pê de çû: “ Nexasim di sektora reklaman û di televîzyonan de wek metaya zayendê tê bikaranîn û ev yek di dîrokê de bi şiklên cûrbecûr de tê kirin ku ev yek jî bûye sedem ku 8ê Adarê bibe rojeke sembolî.”
Ozçoruç her wiha diyar kir divê çapemeniya nivîskî, devkî û bi dîmen divê dev ji wan weşanên ku tê de rûmet û îffeta biçûk tê xistin berde û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê mêtîya pîrekan di reklam, fîlm û rêzefîlman de neyê teşhîrkirin. Her wiha di warê kar û xebatan de destheqê wek hev bê dayîn û divê ew sektorên ku heqê pîrekan dixwin bên cezakirin.”
Ozoruç di dawiya daxuyaniya xwe de van gotinên Hesen el-Benna di bîran xist ‘ Nîvê vê ummetê ji pîrekan pêk tê û nîvê din jî li ber destên wan mezin didin.’ û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Naxwe em ji bo îro û sibeya însaniyetê ji bo pîrekan edaletê dixwazin.”(ÎLKHA)