Li Silopiyê qezaya trafîkê: 2 mirî 4 birîndar
Li Silopiyanavçeya Şirnexê di qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di derdora seat 18.00an de li ser Rêya Hevrîşîmê taksiyek û mînîbusek li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesên bi navê M.T. û A.T. jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên bi navê S.T. û Î.T. û 2 jî navê wan nediyar birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê û hat hînbûn redwşa Î.T. giran e.(ÎLKHA)