• DOLAR 32.664
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2501.39
  • ...
Yapicioglu esnafê Şernexê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu yê ku çû Şernexê li wir esnafê bajêr jî ziyaret kir û gûhdariya pirsgirêk û meseleyên wan kir.

Yapiciogluyê ku bajarrokên Kasrik û Dêrgûlê yên Şernexê ziyaret kir piştî ku bi endamên partiyê re hat cemhev esnafê kolana Sanatê ya girêdayê Taxa Ataturkê ziyaret kir.

Veysî Guldurmezê ku di wextê ziyaretê de axivî ji Yapicioglu re diyar kir ku ew xebatên partiyê dişopînin û van xebatan teqdîr dikin.

Guldurmez wiha destnîşan kir: “Em dixwazin ku hûn li Enqerê rewşa gelê mezlûm û mexdûr a Şernexê û ya însanên feqîr û belengaz ên li herêmê bînin ziman.”

Ji esnafan Lokman Bayar jî wiha diyar kir: “Ji ber ku yekitî tune Şernex ketiye vê halê. Biratî hesteke baş e. Ji vir pê ve em hêvîdar in ku wek bira bihev re bijîn.”

Esnaf Suleyman Ozcan diyar kir ku li Şernexê ji ber operasyon û qedexeya derketina derve wan rojên dijwar derbas kirine. Dûvre Ozcan wiha qala mexdûriyeta xwe kir: “Avahiyeye 5 qatî û kirtasiyeke min hebû. Di encama bûyeran de hemî bûn kavil. Niha wekê ku hûn dibînin me dikanekî biçûk vekiriye. Em hewl didin da ku nanê xwe qezenc bikin. tabî êdî wekê berê kêf û şahî tune. 9 zarokên min hene. 5ê wê li derve dixwînin. Li Şernexê pirsgirêka me ya sitirînê heye. Lewra cî tune.”

Rahmî Bal diyar kir ciyê ku hizûr û aramî hebe nan jî heye. Pêwîst e ku herkes xwedî li aramiyê derkeve.

Abdulkerîm Anik jî anî bibîranîn ku li Şernexê 6 taxê bûne kavil. Dûvre Anik wiha diyar kir: “Avahiyeke ya ku hemwelatî lê bisitirin tune. Dewlet çima ji bo gel ji koteyniran avahî çênake. Gelê me pirr mexdûr e. Pirraniya gel ji ber ku li Şernexê cî peyda nekirin nekarîn werin. Malbata min li Dêrgûlê ye. Ez li vir. Qe nebe heta avahî wrin çêkirin bila konteynir saz bikin.”

Yapiciogluyê ku gûhdariya pirsgirêkên gel kir diyar kir ji bo ku ew pirsgirêk werin çareserkirin ew jî wek partî hewl didin. Dûvre Yapicioglu wiha diyar kir: “Em ji bo ku bibin dengê we hatin vir. Ji ber vê yekê em li vir in. Înşaellah dê em daxwaz û pêşniyazên we di demekî kurt de ji rêvebiran re ragihînin. Ji bo Şernexiyan çi ji destê me tê em dikin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir