• DOLAR 32.518
  • EURO 34.831
  • ALTIN 2428.977
  • ...
Ocalan digot 'heke em ji vê derê biçin dê kesên şerîetvan werin Kurdistanê'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlementerê kevin ê AK Partiyê Abdurrahman Kurt li Çewlîgê beşdarê konferansa “Pêvajoya Referandûm û Tirkiyeya ku Tê Guhertin” bû. Kurt wiha diyar kir: “Ocalan, her tim ji leşkeran re wek peyam wiha diyar dikir; ‘Hûn gûh nadin me. Heke em ji vir biçin, Kurd şerîetparêz in. Dê Kurdên şerîetparêz werin. Em lihev werin.”

Parlementerê kevin ê AK Partiyê Abdurrahman Kurt bal kişand ser anektodên ku di nabeyna Abdullah Ocalan û rêvebirên leşkerî de pêk hatiye.

Kurt wiha axivî: “Ocalan her tim ji leşkeran re wek peyam wiha destnîşan dikir; ‘Dê di vê welatê de tu wext siyasetmedar nebe îktîdar. Di vê welatê de bes leşker bibin îktîdar.’ Tezeke Ocalan a wekê ‘em bi wan re (bi leşkeran re) şer dikin. Heke em lihev werin dê em bi wan relihev bên.’ heye. Ocalan her tim ji leşkeran re wek peyam wiha diyar dikir; ‘Hûn gûh nadin me. Heke em ji vir biçin, Kurd şerîetparêz in. Dê Kurdên şerîetparêz werin. Em lihev werin’. ”

“Peyamên Îmraliyê yên Ocalanî bes ji medhkirina Kemalîzmê pêk tê”

Kurt bal kişand ku Ocalan bi leşkerên wesateyker ên wê çaxê li ser Kemalîzmê îttîfaq kirine. Dûvre Kurt wiha diyar kir: “Bînin bîra xwe, peyamên Îmraliyê ya Ocalanî ên heta sala 2010an ji 2 unsurên eslî pêk dihat: “Qet şaş nake! Beşa ewil a axavtina wî, ji pesn û medha Kemalîzmê dagirtî ye. Qal dike lku Kemalîzm çiqas baş û biqîmet e. Ji vir pê ve di beşa duyemîn de peyamên rojevî dide.”

“PKK tu wextî li gor prensîbên xwe hereket nekiriye”

Kurt di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “PKK tu wextî li gor prensîbên xwe hereket nekiriye” û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew xweseriya demokratîk a PKKê ne îcadeke balkêş e. Cihê wan tiştên mîna felsefeya marksîst û lenîst di nava xelkê Kurd de tuneye.  Lê belê mezinbûneke ku ji ber neqeneciya ku dewletê kiriye di holê de heye.”

Kurt her wiha diyar kir di warê  çareseriya meseleya Kurd de  hinek xalên ku rayedarên dewlet û hikûmetê tê de neheq in hene û ji ber vê yekê  ji bo bigihijin xala heqdariyê gelek tiştên ku dibê bên kirin hene.

 “Kesên FETOyîst polêsan tehrîq dikirin û ji wan re digotin ‘di bin wan çarşefên ku pîrek li xwe dikin de mêr hene”

Kurt di berdewama axavtina xwe de diyar kir tê gotin ku AK Partî û FETOyîst di navbera salên 2004 û 2010an de bi hev re hevkariyê kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi ya min bi rastî jî tu kesî zen nedikir ku ev FETO ev qas pîs û rezîl û nemerd bin. Di pêvajoya hîcabê de  di naveyna me de mişkîle derketin. Kesên FETOyîst polêsan tehrîq dikirin û ji wan re digotin ‘di bin wan çarşefên ku pîrek li xwe dikin de mêr hene. Tu kes ji me texmîn nedikir ku ew wisa bin. Heta min bi xwe jî texmîn nedikir ku 60 pîlotên F-16an li Diyarbekirê di bin fermana wan de bin.”

 “Tê zanîn ku Ekrem Dumanli navên endamên MÎTê yên di nava PKKê de dane  û ew kes jî hatine înfazkirin”

Kurt destnîşan kir di nava hinek partiyan de endamên FETO hene û navên van jî ji teref wan ve tên zanîn. Kurt dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van pêlên dawî em dizanin ku ev rêxistin  di nava partiyên mîna HDP, MHP û CHPê de bi cî bûne. AK Partî di sala 2012an de dest bi paqijiyê kir, lê partiyên din vê yekê nekirin Di encamên operasyonên ku hatin kirin de derket holê ku plana FETO xelaskirina û bidestxistina PKKê ye. Lê piştî demekê FETO û PKK hatin bal hev. Ekrem Dumanli çû Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ziyaret kir ku ev yedk tiştekî balkêş û ecêb e. Tê zanîn ku Ekrem Dumanli navên endamên MÎTê yên di nava PKKê de dane  û ew kes jî hatine înfazkirin. Di encama van înfazan de dostanî dest pê kir.”

 “Ew qas bi dilsafî bawer kirin ku dê PKK dev ji çekan berde, lê Kurdên bi xwe jî eciqandin”

Kurt di berdewama axavtina xwe de diyar kir rayedarên hikûmet bi xwe jî  hêmanên demokratîkbûn û pêvajoya çareseriyê tevlîhev dike û dû re wiah pê de çû: “Ew qas bi dilsafî bawer kirin ku dê PKK dev ji çekan berde, lê Kurdên bi xwe jî eciqandin. Kurdên din qet ji xwe re muxatab negirtin. Hikûmet hêmanên demokratîkbûn û pêvajoya çareseriyê tevlîhev kir û wan Kurdên din bêtesîr kir. Ji wan were çawa bibe ew ê ji ser Ocalan bi PKKê çekan bidin berdan.  Lê PKK vê pêvajoyê li gor berjewendiyên xwe bi kar anî.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir