"Rajêriya teknolojiyê bi qasî rajêriya afyon û eroînê bi zirar e"
Serokê Şaxa Wanê yê Cemiyeta Yeşîlayê Yrd. Doç. Dr. Rahmî Tekîn destnîşan kir rajêriya teknolojiyê bi qasî rajêriya afyon û eroînê bi zirar e.
Serokê Şaxa Wanê yê Cemiyeta Yeşîlayê Yrd. Doç. Dr. Rahmî Tekîn ji ber minasebeta ‘Hefteya Heyva Kesk’ nirxandinan kir. Tekîn di nirxandinên ku kir de destnîşan kir ew îsal ‘Hefteya Heyva Kesk’ bi slogana ‘Ji bo jiyaneke bi sihet ji xwe re soz bide’ pîroz dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rajêriya teknolojiyê bi qasî rajêriya tiryakê bi zirar e. Ji bo zarok ji tebîetên nebaş û bi zirar bên mihafezekirin wezîfeyeke mezin dikeve li ser milên mamoste û dê û bavan.”
“Ji ber ku zarok bi telefon û bîlgîsayaran mijûl dibin tu karê din nakin”
Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir xwendevanên dibistana navîn jî bi cixarê emel dikin ku ev yek jî rewşeke qet nebaş e. Tekîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “
Dema ku Heyva Kesk di sala 1920an de hat damizrandin armanca wê bi cixare, afyon û tiştên mîna van re mucadele kirin bû. Her çi qas wext derbas bû qada mucadelê ya Heyva Kesk berfirehtir û zêdetir bû. Ji bilî rajêriya tiryakê di van salên dawî de di nav xortan de rajêriya teknolojiyê zêde bû. Rajêriya teknolojiyê bi qasî rajêriya tiryakê bi zirar e. Ji ber ku zarok bi telefon û bîlgîsayaran mijûl dibin tu karê din nakin. Mixabin asta vê daketiye heta dibistana navîn.”
Tekîn di dawiya axavtina xwe de bang li mamoste û weliyan kir û ji wan daxwaz kir ku zarokan ji telefon, tablet û bilgisayaran mihafeze bikin.(ÎLKHA)