• DOLAR 32.569
  • EURO 34.861
  • ALTIN 2433.933
  • ...
Divê ku esnafê biçûk jî werin piştgirîkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Xarpêtê yê HUDA PARê Yusuf Yuksel û lijneya pê re esnafê Taxa Çarşiyê ziyaret kirin û di ziyareta xwe de guhdariya pirsgirêkên wan kirin.

Esnaf diyar kir ew siyasetmedarên ku bes di heyama hilbijartinê de derdikevin qadan dê pirsgirêkên wan çareser nekin û ew soz û qewlên ku di heyama hilbijartinê de didin piştî hilbijartinê ji bîr dikin.

Her wiha esnafê Taxa Çarşiyê diyar kir ku alîkariya li esnafê biçûk tê kirin kafî nîne. Ji bo ku mexdûriyetên esnafê herêmê were çareserkirin divê ku zêdetir alîkarî li wan were kirin û zêdetir ji bo wan teşwîq çêbin.

Serokê Bajarê Xarpêtê yê HUDA PARê Yusuf Yuksel diyar kir ku wek partî ew her tim bangewazî dikin da ku esnafê biçûk werin piştgirîkirin. Dûvre Yuksel wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek HUDA PAR me çendîn bar diyar kir divê ku esnafê biçûk jî werin piştgirîkirin. Neyên mexdûrkirin û wek gav di derbarê vê yekê de jî çi hewce dike were avêtin. Em îro jî carek din bangewaziya xwe dûbare dikin. Divê esnafê me ya biçûk a ku qadekî cidî ya îstîxdamê ye neyê xerckirin. Divê ji bo ku ew pirsgirêkên xwe çareser bikin werin piştgirîkirin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir