• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Ji mala ku 4 meh valabûye re ceza birrîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Çinara Diyarbekirê ji mala ku 4 meh e tê de tu kesî najî re ji teref DEDAŞê ve cezaya ceyrana qeçax hat birîn. Ji ber vê yekê xwediyê malê ji rewşê re bertek nîşan dan.

Veysî Turan diyar kir ku aboneya dabaş malê girtî bûye. Dûvre Turan wiha li axavtina xwe zêde kir: “4 meh berê kirêciyê mala ku aîdê birê min Emîn Turan e ji malê derket. Piştî vê yekê DEDAŞ çû abonetiya wê asê kir. Personelê DEDAŞê jî piştî rojekî hat saetê mihûr kir. Lê ji mala ku 4 meh e vala ye û fatureya ceyranê jê re nehatiye re bi hinceta ku ceyrana qeçax hatiye bikaranîn ceza hatiye birrîn. Me ji DEDAŞê re îtiraz kir. Lê me netîcekî bi dest nexist. Heta daxwaznameya me jî di holê de tune.”

Mexdûr Zarîfe Akarjî destnîşan kir ku ji ber nexweşê wan hebûye yek meh bû ku tu kes di mala wan de tunebûye. Lê dîsa ceza hatiye birrîn. Dûvre Akar wiha diyar kir: “Ji ber ku xwesûya lawê min nexweş bû ev nêzî meheke bû ku ew li malê nebûn. Lê bi bi binasiya bikaranîna ceyrana qeçax jê lawê min re 4 hezar û 650 lîre ceza birrîne. Lawê min nikare vê cezayê bide. Nexweş e. Kirêdar e.”

Şeyhmus Oral jî ji ber ku bi binasiya xeta xaricî bikar aniye jê re ceza birrîne bertek nîşan da. Oral wiha axivî: “Deriya me girtî bû. Li ser deriyê nivîsîne û lêdane çûne. Dibêjin xeta xaricî heye. Di mala min de xeta xaricî tune. Bila îspat bikin ku xeta xaricî heye bila çiqas dixwazin ceza binîvîsin. Di vê befr û baranê de 9 milyar û 250 lîre ceza birrîne. Gelo dê me bikujin? Dê ez bi meaşa xwe ya teqewîdbûyî çawa vê bidim. Lê mêze bikin. Ji mala vala re jî ceza birrîne.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir