• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Gelek welatên endamê YEyê li dijî guhertina pergala Tirkiyê ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag li Yozgatê beriya bernameyên ku dê beşdar bibe ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Bozdag helwesta Almanyayê wek helwesteke faşîstî nirxand.

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag diyar kir ku betalkirina civînên li Almanyayê helwestekî faşîst e û wiha ragihand: “Tişta ku ez dibînim gelek welatên endamê Civîna YE û Ewrûpayê ne li dijî guhertina pergala Tirkiyê ne û vê yekê jî eşkere diyar dikin.”

Bozdag diyar kir ku gor wî ev biryarên ku Almanya daye têkiliya wê bi heyama ku Tirkiye têdeye re heye. Dûvre Bozdag wiha destnîşan kir: “Dê Tirkiye di 16ê Nîsanê de reformekî makeqanûnî ya mezin lidar bixe. Dê ji bo guhertina pergala hikûmetê ray bide. Tişta ku ez dibînim gelek welatên endamê Civîna YE û Ewrûpayê ne li dijî guhertina pergala Tirkiyê ne û vê yekê jî eşkere diyar dikin.” (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir