• DOLAR 32.555
  • EURO 34.931
  • ALTIN 2429.938
  • ...
 "Tîmên futbolê reklama eraq û qumarê dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta ‘Hefteya Yeşîlayê’ Muhendîsê Erzaqê yê Zanîngeha Çewlîgê û Sekreterê Şaxê Çewlîgê yê Yeşîlayê  Yrd. Doç. Dr. Bayram Yurt di derbarê mijarê de nirxandinan kir. Yurt di nirxandina ku di debrarê mijarê de kir de destnîşan kir hinek tîmên futbolê û hinek fîrma reklama şîrketên qumar û eraqê dikin.

“Tîmên futbolê reklama eraq û qumarê dikin”

Yurt di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji dêla ku hinek sazî û bibin modela rol  ji civakê re dibin mînaka xirab. Yurt dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Mixabin ji Tîma Neteweyî re  fîrmayeke eraqê bûye sponsorê  sereke ku ev yek jî me xemgîn dike. Divê tişteke wisa nebûba. Em wek Yeşîlayê vê yekê teswîb nakin û bi tundî şermezar dikin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir