• DOLAR 32.318
  • EURO 35.129
  • ALTIN 2298.602
  • ...
Hewil dide debara xwe bi "kaşkaşka' du teker bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fexrî Bogayê ku nîştecihê Sûra Diyarbekirê ye û li wê derê bi wesayîta du teker a ku jê re ‘Kaşkaşk’ tê gotin di kuçe û sikakên teng ên Sûrê de bar dibî û tînê, qala kirina  bi zehmet a debara malbata xwe kir.

Li seranserê cîhanê însan ji bo pêdiviyên xwe yên rojane  tedarik bikin amûr û alavan îcad kiriye û dike. Bê şibhe ji van alav û amûrên ku hatine îcadkirin yek jî kaşkaşka  ku di zimanê tirkî de ‘çekçek’, di Japonî de ‘jinrîkîşa’ û di îngîlîzê de jî bi navê ‘rîckshaw’ tê binavkirin e. 2 tekerên kaşkaşkê hene û bi hêza însên dixebite.

Li gelek erdnigariyên cîhanê nexasim war û cihên ku nifûs lê zêde ne û cihên ku rêyên wê teng û wesayît ji ber rêyên teng lê nikarin bên bikaranîn, kaşkaşk wek wesayît rêwiyan tê bikaranîn û li hinek warên ku aboriya wan nebaş e  jî wek wesayîta barhilgiriyê tê bikaranîn.

Kaşkaşk, çawa ku li bajêr û welatên cûrbecûr tê bikaranîn bi heman awayî li Diyarbekirê jî wek wesayîta balhilgiriyê tê bikaranîn. Fexrî Bogayê ku bi kaşkaşkê karê balhirgiriyê dike hewil dide debara malbata xwe bike.  3 jê qîz û 3 jê law tev de 6 zarokên Apê Fexrî hene.

Apê Fexrî yê ku lawekî wî zewiciye, bi karê ku dike hewil dide him li malbata xwe binêrê û him jî hewil dide mesrefên lawê xwe yê ku li Zanîngeha Çewlîgê xwendevan e tedarik bike. Apê Fexrî, dema ku roj hildavêje ji mala xwe derdikeve û dest bi karê xwe dike û di wan sikak û kuçeyên teng ên Sûra Diyarbekirê de digere.

Apê Fexriyê ku destnîşan kir wî kaşkaşka xwe li ba neccaran daye çêkirin û ev kaşkaşk deriyê nanê wî ye. Apê Fexrî her wiha destnîşan kir ew carinan bi kaşkaşkê koliyên esnafan carina çûwalên ard û carinan  jî amûrên malan bikşîne. Apê Fexrî yê ku vê karê balhilgiriyê dike diyar dema ku dibe êvar ew bêhal dikeve.

Apê Fexrî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew serê seferê 5-10 lîre qezenc dike, lê ji ber van bûyerên tundiyê yên ku di van pêlên dawî de rû dane kesên ku karê kaşkaşkê dikin nikarin bixebitin û weke berê nema karin pereyan qezenc bikin. Hetta roj tê ku desta vala vedigere mala xwe. Apê Fexrî yê ku bi xweydana ku diherikîne hewil dide debara malbata xwe bike dema ku diweste jî bi çaya ki li  ber Mizgefta Mezin divexwe û bi simîta ku dixwe bêhna xwe berdide.

Apê Fexrî her wiha destnîşan kir ew bi xwe jî mexdûrê pevçûnên ku pêk hatine ye û diyar kir mala wî ya li Taxa Hasirliyê  digel eşyayên di nav xwe xera bûye ku ew ji ber vê sedemê jî mehzûn e.

Fexrî Bogayê ku bi kaşkaşka du teker debara xwe dike di derbarê mijarê de wiha axaikvî: “Ez ji sala 2004an vir ve vî karî dikim. Rizqê min ji vî karî tê. Ji ber ku li Sûrê rê teng in wesayît nikarin bikevinê. Ez jî bi vê ereboka xwe wan eşyayên li sikakên teng dikşînin kolanên sereke û fireh. Barên ku ez tînim kolanan li wesayîtan bar dikin. Beriya bûyeran karê me baş bûn, lê niha nebaş e. Berê rojê 50-60 lîre dihat destên me, lê niha rojê 10-20 lîre encax dikeve destên me.”

“Ez nexzweş im lê mecbûr im vî karî bikim”

Apê Fexrî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku nexweşiya şekir pê re heye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rapora min a şekir heye. Lê ez mecbûr im vî karî bikim. Lewra divê ez debara malbata xwe bikim. Di wan sikakên teng de çûyîn û hatin gelek bi zehmet e. Hinek sikak jî kaş in. Dema ku ez li sikakên ku kaş in bar dikşînim gelek diwestim.”

Fexrî Boga diyar kir weke  hemû kes ew jî ji wê pêvajoya pevçûnê ya ku piştî danîna barîkat û kolana çalan a ji teref PKKê ve zirar dîtiye  û mala wî ya li Taxa Hasirliya Sûrê tev xera bûye û tişteke wî yê sexlem nemaye.

“Tunebûna mala min zor e lê tiştek ji destên m in nayê”

Boga di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew û malbata xwe di mal de asê mane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mala min li Hasirliyê bû, dema ku pevçûn dest pê kirin em 4 rojan di mal de asê man. Ji ber xendeqan em di mal de bê av û bê nan manç Dema ku qedexeya 8 rojane hat rakirin me mala xwe terk kir. Niha em di mala lawê xwe de dimînin. Tunebûna mala min zor e lê tiştek ji destên m in nayê. Mala min berî ku xera bibe 3 qetî bû.”

Apê Fexriyê 51 salî bi kaşkaşka ku li ba neccar daye çêkirin  li kolan û sikakn baran dikşîne û hewil dide debara mala xwe bike. Apê Fexrî wan rojên ku ew ê malbata wî tê de bi refah û rihet bijîn digere.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir