• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
Ji Mehmet Yavuzê berdevkê HUDA PARê anatomiya 28ê Sibatê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevk û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di Rehber TV de heyama 28ê Sibatê nirxand. Yavuz diyar kir 28ê Sibatê temamê civakê kiriye hedef.

Yavuz diyar kir ku di pêvajoya derbeya postmodern a 28ê Sibatê de milet topyekûn bûye hedef. Dûvre Yavuz wiha destnîşan kir: “Ew roj wek leke tên diyarkirin. Lê ev ne kafî ye. Divê ku mirov 28ê Sibatê wiha diyar bike: ‘28ê Sibatê ji bo nirx, bawerî, çand û kevneşopa gel êrîşekî topyekûn e. Ji ber vê yekê divê ku wek lekeke neyê nirxandin. Lewra ev yek ji bo ku Îslama ezîz ji nav civakê were derxistin operasyonekî bû. Hewldanekî wek hişmendiyeke laîq û sekuler a bi zaxt a li dijî vê miletê hat kirin bû. Bes sedemeke vê yekê tune. Derbe wek dîktatortiya saziyeke derketiye beriya me.”

Yavuz wiha pê de çû: “B taybet di wan rojan de kesên ku piştgirî didan derbeyê di daxuyaniya ku derbarê referandûmê dane de bes qala rejîmeke ku ji yek zilamê pêk tê dikin. Ev yek di pratîkê de tune. Lewra wê çaxê tu kes tunebû. Saziyekî dîktatortiyê hebû. Me hemî bi hev re dît ku gelek saziyan ba dilê xwe ku bi desthilatiyên ku makeqanûn dide wan çawa îxanetê li nirxên gel kirine. Ya rastî wek HUDA PAR; digel kêmasiyan me wek biryar ji referandûma ku dê di 16ê Nîsana 2017an de were lidarxistin de got ‘erê’. Sedema herî mezin a di derbarê vê yekê de ev e.”

“Mirov dikare hewldana êrîşa hanê ya topyekûn a ku gelek sedemên wê hene wek hewldana îxanetê binirxîne”

Yavuz diyar kir ku îradeya gel nehat hesibandin û bi tankan nirxên gel hatin perçiqandin. Dûvre Yavuz wiha destnîşan kir: “Rastî kesên ku ew roj tê bîra wan dizanin. Wek fiîlî Sekreterê Giştî ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî serokatî dikir. Yanê serokê meşrû yê ku ji teref gel ve hatibû hilbijartin ji rêvebiriyê hatibû dûrxistin. Wek fiîlî Sekreterê Giştî yê Lijneya Ewlehiya Neteweyî îdare dikir. Lê milet Partiya Refahê ji bo ku di bergeha nirxên wan de hikûmetê saz bike hilbijartibû. Îradeya gel nehat hesibandin û bi tankan nirxên gel hatin perçiqandin. Bes di eskeriyê de ne di zanîngeh, siyaset, borsayê de wek topyakûn êrîş li nirxên gel hat kirin.”

 “TUSÎAD, medya, sendika, rektor, dadger li ber generalan serê xwe tawandin, rastî ev menzere fecaet bû”

Yavuz diyar kir ku di heyama 28ê Sipbatê de Koma Xebata Rojavayê neheqî kiriye. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “Wekê ku tê bibîranîn di wê heyamê de di bin navê Lijneya Takîbêya Serokwezîrtiyê de saziyeke ya ku hemî burokrasiyan teftîş dikir derketibû holê. Saziyeke wekê Koma Xebata Rojavayê (BÇG) ya ku bi hezaran belkû bi milyonan însan dabû fîşkirin hatibû îhdaskirin. Ji xeynê vê yekê TUSÎAD, medya, sendika, rektor, dadger li ber generalan serê xwe tawandin, rastî ev menzere fecaet bû. Dadgeran ji leşkeran agahî distandin. Ev yek jî wek leke, îxanet û tabloyekî fedî di hafizeya gel de cî girt.”

Pişt perdeya makeqanûnên derbeyê û hişmendiya derbekeran

Yavuz di derbarê kesên ku vesazkirina leşkerî ya piştî derbeyê de wiha axivî: “Digel miletê statu hat îlankirin. Piştî vê yekê kesên ku gel wek kesên ku hêj nagihêjin demokrasiyê makeqanûnên wesayeta leşkerî ya gor xwe îhdas kirine û zextê li gel kirine. Ji van 2yê wê pirr girîng in. Makeqanûna ku piştî derbeyên 1960an wek makeqanûna 61ê hat amadekirin û makeqanûna wek 82 ya ku piştîderbeya 80yan hatibû amadekirin di vê bergehê de pirr girîng in. Bi van re yanê bi kurtasî hêzên ku armanca wan ew e ku ji Îslam û nirxên gel re misade nekirine heyama 28ê Sibatê ji xwe re wek firset dîtine. Belkû bi vê yekê bi hişmendiyeke çep-sekuler wek laîqtî xwestine ku dîkte bikin. Di bergeha vê yekê de mimkûn e ku mirov di kurtasiya hemî derbeyan de vê yekê bibîne. Ji generalên derbekeran Serokê Serkanê Giştî yê heyamê ji bo 28ê Sibatê gotibû ‘dê hezar sal bidome’. Helbet sedema vê yekê jî ev e. Mema hema xwestine ku Îslama ezîz ji her qadê rakin.”

Li Kurdistanê tesîra 28ê Sibatê

Yavuz di derbarê tesîra 28ê Sibatê ya li Bajarên ku kurd dijîn de wiha nirxandin kir: “Divê ku mirov bi taybet qala tesîra vê yekê a li erdnîgara Kurdistanê jî bike. Wek zarokê vê axê û kesê ku dûçarê zulmê bûye ez wiha qala tesîra heyama 28ê Sibatê ya li bajarên Kurd dijîn dikim; 28ê Sibatê li erdnîgara Kurdistanê teşebusa vekirina beriya hişmendiya çep-sekulerê, asêkirina beriya cemaetên dîndar e.

Di vê bergehê de beriya PKKya ku bi hişmendî û pergala çep-sekuler re hereket dike hatiye vekirin û di serî de Cemaeta Hîzbullah hemî cemaetên dîndar hatine qutifandin. Hewl hatiye dayîn ku ev werin tunekirin, di derbarê însanên herêmê de tiştên derewîn derketine holê, nêçîra hêlê dest oê kiriye û însan hatine fîşkirin û bi hezaran kes ji îş hatine avêtin. Bi hezaran însanan avêtine zindanan û ev mexduriyet hêj jî didome.”

Ji 28ê Sibatê ber bi heyama 15ê Tîrmehê

Yavuz diyar kir ku heyama 28ê Sibatê FETO xurt kiriye û ev yek heta heyama 15ê Tîrmehê domiye. Dûvre Yavuz wiha destnîşan kir: “Ajandayên kureyî wezîfeke dane vê welatê. Gelo çiye ev wezîfe? Belkû piştî 15ê Tîrmehê me çêtir vê yekê dît. Bi taybet me dît ku FETO ji bo 15ê Tîrmehê çawa hat xwedîkirin, hat veşartin û mezinkirin. Him cuntaya leşkerî ya sala 1980yan him jî hişmendiya 28ê Sibatê qethiyen ji wan û saziyên wan re dengê xwe dernexist. Ji xeynê vê yekê piştî 28ê Sibatê li herêmê beriya PKKê hat vekirin.

 Îzahateke din a vê yekê tune. Dema ku mirov wiha li mijarê mêze dike mirov baş dibîne ku ev derbe xwediyê qodên zîhnî yên çawa ye. Ez dixwazim dûbare bal bikêşim ser vê yekê; hêzên kureyî di vê herêmê de ji bo ku li Rojhilata Navîn erdnîgara Îslamê ji nû ve dîzayn bike di bergeha armancên xwe de ji nû ve xerîteyan bide xêzkirin hişmandiya xwe ya laîq-sekulerê, hişmandiya xwe ya modernîst li erdnîgara Kurdan de bi şiklekî rehet derxistiye holê. Bi heman şiklê ku di salên 80-90an de di modernîzma Tirkan de derxistine holê.”

“Peymanên ku hatine îmzekirin bûn sedem ku dewlet bi derve ve girêdayî bimîne ku ev yek ji millet re îxanet e”

Yavuz  di berdewama axavtina xwe de di derheqê neticeyên îqtîsadî yên 28ê Sibatê de nirxandinan kir û wiha pê de çû: “Em dikarin bi şikleke eseh bibêjin ku 28ê Sibatê darbeyeke emperyalîst û hevkariyê ye. Bi îmzeya Serokê 2yemîn a Sererkaniyê Çevîk Bîr him di warê îqtîsadî de û him di warê nûkirina emvartera TSKyê de peymaneke ku bihaya wê 150 milyon dolar bû hat kirin. Him qerarên ku di warê îqtîsadê de hatine dayîn û him jî peymanên ku di warê eskeriyê de hatine îmzekirin bûn sedem ku dewlet bi derve ve girêdayî bimîne ku ev yek ji millet re îxanet e. Komek însanên ku îmzeya wan di binê vê darbeyê de hebûn di netîceyê de dewlementir bûn.”

Mexdûriyeta wan kesên ku di pêvajoya 28ê Sibatê de hatine mexdûrkirin  divê bên çareserkirin

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hêj ji kesên ku darbeya 28ê Sibatê kirine hisab nehatiye pirsîn û ji vê yekê re jî delîla herî mezin mexdûriyetên ku hêj berdewam dikin in. Yavûz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Gelek camia bûn  mexdûrê 28ê Sibatê. Di serî de Cemaeta Hîzbullah û nexasim mexdûriyeta mexdûrên Doza Sêwasê berdewam dike ku ev yek jî nakokî ye û li hemberî me ye. Ji xeynî van bi şikleke baş lêkolîn nekirina darbeya 28ê Sibatê û kes û sûcdarên ku teşebûs kirin ji vî milletî re îxanetê bikin dernexistina wan a li ber edaletê  kêmasiyeke pir mezin e. Her weke diyar e  patronên medyayê yên ku têkiliya wan bi saziyên fînansê yên ku ji derve ve piştevaniya wan tê kirin re  digel ku hewil dane bi manşetan siyasetê dîzayn bikin û heqaretî Serokwezîr kirin û bêbextî kirine stûyê wî jî qet nehatine darizandin. Her wiha sendîqa û rektorên ku tevlî vê yekê bûne dernexistine pêşiya darazê ku ev yek kêmasiyeke mezin e. Ev rewş nîşan dide ku hêj ji 28ê Sibatê hisab nehatiye pirsîn.”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir zehmetî û êşên him maddî û him jî yên manewî yên ku ji teref 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin divê bi şikleke ku wijdanan tatmîn bike bên çareserkirin. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek HUDA PARê di van meseleyan de gelek zêde hatine mexdûrkirin û hêj jî mexdûriyeta me berdewam dike. Ez wek temsîlkarê camiayekê dixwazim van tiştan bibêjim. Demildest zehmetî û êşên him maddî û him jî yên manewî yên ku ji teref 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin divê bi şikleke ku wijdanan tatmîn bike bên çareserkirin û ger di warê maddî de mexûriyeta wan hebe divê bê tazmînkirin. Her wiha pêwîst e ji bo wan însanên ku em bawer dikin ev 20 sal e ku bi neheqî û bêsûc û bêsebeb tên girtin gavên lazim bên avêtin  û divê teşebûsên hiqûqî yên ku dê dawî li mexdûriyeta wan bîne bê destpêkirin. Vaye piştî van gavan em dikarin bibêjin ji 28ê Sibatê hisab hatiye pirsîn. Û em hîngî dikarin bibêjin ku ew 28ê Sibata ku jê re digotin ew ê hezar sal berdewam bike dawî lê hatiye.”

Em wek HUDA PARê manşeta Hurriyetê wek ne ya efûkirinê dibînin

Yavuz di berdewama axavtina xwe de qala manşeta ‘Qerargeh Aciz e’ ya Hurriyetê kir û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Di ya rastiyê de divê li ser vê manşetê bê rawestîn. Birêz Serokomar Erdogan di derheqê vê manşetê de nirxandina ‘Bêedebî ye’ kir. Bi ya min Serokkomar hindik gotiye.  Ev bi şikleke eşkere îxanet e. Em wek HUDA PARê derketina bi vê manşetê li pêşiya milleta ku 28ê Sibatê û 15ê Tîrmehê jiyayê ne ya afûkirinê ye. Pêwîst e berpirsiyarên vî karî bên tespîtkirin û bi qasî ku wijdana millet bê tatmînkirin ji wan re ceza bê dayîn û hisabê vê yekê bi şikleke giran ji wan kesên ku mesûlên vê manşetê ne bê pirsîn. Bi vê munasebetê em ji hikûmetê teleb dikin ku gavên pêwîst ên di vî warî bavêje.”

“Ev yek jî îxaneteke ku li millet hatiye kirin e”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir kesên darbeker darbeya herî mezin li perwerdehiyê dan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Her weke ku dê bê bîran bi  perwerdehiya bênavber 8 sal cinayetek mezin hat kirin û li dijî perwerdehiyê sabotaj hatin kirin. Ev yek jî îxaneteke ku li millet hatiye kirin e.  Lîseyên Îmam Xatîbê xortên ku ji nava milletî derketine li gor dîn û diyanetê perwerde dikirin ku, digel 28ê Sibatê ev lîse bi perwerdehiya bênavber 8 sal ji rastê hat rakirin ku ev yek jî îxanet e û divê hisabê vê yekê jî bê pirsîn. Hêj me ji bîr nekiriye û hêj di hişên me de ye wê demê çawa qîzên me ciwan ên bi hîcab derdest kirine û ji ber hîcaba wan bi çi awayî li wan muamele kirine.”

Yavuz di dawiya axavtina xwe de de destnîşan kir  pêwîst e  hikûmet bawerî û nirxên xelkê li ber çavan bigre û li gor van mufredateke ku bi bawerî û nirxên xelkê re li hev be çêbike û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji bo vê yekê hikûmet divê ji lomeya tu lomekeran netirse  û mufredateke ku dê kevneşopiya darbê ji Perwerdehiya Neteweyî rabike çêbike. Ev yek deynê stûyê hikûmet û saziya siyasetê ye.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir