Qayûm tayînî Şaredariya Stewrê hat kirin
Piştî ku Serokê Şaredariya Stewreya Mêrdînê Mehmet Aydin Alokmen hat binçavkirin re Qeymeqam Îdrîs Koç wek qayûm tayînî şaredariyê hat kirin.
Hat ragihandin Piştî ku Serokê Şaredariya Stewreya Mêrdînê Mehmet Aydin Alokmenê ku di bergeha lêpirsîna PKKê de hat binçavkirin re, Qeymeqam Îdrîs Koç ji teref Walîtiya Mêrdînê ve wek qayûm tayînî şaredariyê hat kirin.
Di operasyona ku di 25ê Sibatê de li dijî PKKê hatibû lidarxistin de Serokê Şaredariyê Alokmen û S.Î, M.Z.G, O.A. û Î.O hatibûn binçavkirin.(ÎLKHA)