• DOLAR 32.378
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2325.92
  • ...
 "Şehîd mizgîndar û gava yekem a zaferê ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê ji teref Yekîtiya Medrese û Aliman ve ji bo telebeyên medresê bernameya ‘Şeva Şehadetê’ hat tertîpkirin.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de M. Alî Altunê Endamê Lijneya Birêveberiyê yê Îttîhadul-Ulemayê di derbarê girîngiya mijarê de axavtinek kir. Altun di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir pêwîst e mîrasa ku ji şehîdan maye ji neslên ku dê werin re bê veguhastin.

Altun di berdewama axavtina xwe de destînîşan kir şehîd temamê malê dinyayê avêtine pişt xwe û gihaştine Xwedê. Altun dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger ku îro em karibin Îslamê bijîn, Îslamê ji derdorê re bibêjin û xizmetên Îslamî karibin bikin, ev bi wesîleya xwîna mibarek a şehîdan e. Nexasim di salên 90î de  gelek xort û mêrxas temamê malên dinyayê avêtin pişta xwe û gihaştin Rebbê xwe. Em tev bi saxiya mucadeleya wan gihaştin vê derê.”

 “Şehîd destan û qehreman e”

Altub di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir şehîdî erzûyê wan kesên ku di oxira doza Îslamê de bi sabr û ezm mucadele dikin e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şehadet, erzûyê wan kesên ku xîrêt dikin, sebr dikin, li ber xwe didin û ji zaliman re dibêjin ‘tu zalim î’ ye.  Şehîd ew kes in ku mirinê kuştine û ji mirinê natirsin û li dijî zaliman li ser piyan disekinin û ji wan re ayetên Xweda diqêrînin. Şehîd dema ku muqaddesatên Îslamê di bin piyan de bin radibe ser piyan û dibêje ‘Ger hal ev be mirin û ji saxbûnê çêtirtir e.’ Şehîd ew kesê ku bi xwîna xwe, taritiya ku însan di nav de ne ronî dike ye. Şehîd destan û qehremanek e û bi heman awayî şehîd mizgîndar û gava yekem a zaferê ye. Şehîd însanekî ji rêzê nîne. Ji ber vê yekê asîman pesna wî dane û ji Qur’anê re bûye muxatab.”

Altun di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir şehîd bi rijandina xwîna xwe bûn wesîle ku Îslam bigihîje me, ji ber vê yekê pêwîst e em mîrasa ku ji şehîdan maye ji neslên ku dê werin re neqil bikin ku ev yek jî li ser me wezîfe ye.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir