• DOLAR 32.534
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2432.89
  • ...
 "Bernameyên zewacê dibin sedem ku exlaqê civakê xera bibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bernameyên ku exlaq, çand û kevneşopî û baweriya xelkê kiribe hedefa xwe neyên temaşakirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em civak gelek zêde televîzyonê temaşa dikin û bi înternetê mijûl dibin. Ji ber ku em hindikî dixwînin û gelek zêde televîzyonê temaşe dikin divê em ji tiştên ku em ê wan temaşa bikin haydar bin. Du hêlên vê meselê hene. Kesên ku bernameyên televîzyonê çêdikin divê li gor exlaqî bawerî, adet û orfa civakê bernameyan çêbikin.”

 “Fîlm û rêzefilmên ku di nav wan de zayendîtî û şidetî tên bikaranîn neyên çêkirin”

Îşlîyen di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dema ku ev cûr fîlm neyên temaşakirin ew ê bên girtin. Îşlîyen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Fîlm û rêzefilmên ku di nav wan de zayendîtî û şidetî tên bikaranîn neyên çêkirin. Ji bo ev cûr bername neyên temaşakirin çi ji destên me tê divê em bikin. Divê însan îtîbarî van bernameyan nekin. Dema ku ev cûr fîlm neyên temaşakirin ew ê bên girtin.”

 “Lazim e li malê ji bo malbatê bername bê çêkirin”

Îşlîyen di dawiya axavtina xwe de ji mezinên malê re tewsiyeyan kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “  Lazim e di malan de ji bo malbatê bername bên çêkirin. Her çi qas wextê vê bernamê hindik be jî divê malbat bên cem hev. Di van bernameyan de divê ayetên Qur’ana Kerîm bên xwendin û li ser wan muzakere bê kirin.Divê hedîs bên xwendin û li ser wan tefekur bê kirin. Her wiha divê em di van bernameyan de  dîrok, heyata sehabiyan û qisseyên xweş bixwînin. Divê em bi zarokên xwe re bilîzin da ku em digel malbata xwe  bi însafa televîzyon re rûbirû nemînin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir