Li Enqerê serdegirtina tiryakê: 14 binçavî
Di serdegirtinên tiryakê yên ku li Enqerê hatin kirin de 14 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Li Altindaga navçeya Enqerê bi beşdarbûna hezar û 200 polêsî di ser navnîşanan de hat girtin. Di encama serdegirtinan de 14 kesên şikdar hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de her wiha esrar, eroîn, kokaîn û 82 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin.(ÎLKHA)