7 seyareyên nû hatin keşfkirin
Hat ragihandin ku 7 seyareyên nû ya ku tê diyarkirin wekê dinyayê ye û dibe ku tê de av û candar hebe hatine keşfkirin.
NASA ragihand ku 7 seyareyên nû ya ku tê diyarkirin wekê dinyayê ye û dibe ku tê de av û candar hebe hatine keşfkirin.
Gor lêkolînên NASAyê 7 seyareyên nû yên ku hatine keşfkirin dibe ku ji xeynî candariyê wek potansiyel dibe ku av jî bihewîne.
Seyareyên ku wek “Exoplanet" tên navandin û di derveyê Sîstema Rojê de dimînin ji dinyayê qasê 40 salên ronahiyê dûr in û di rêgeha sitêrka bi navê Trappîst-1 de ne.
Tê texmînkirin dibe ku di herêma din a sitêrkê de seyareyên wekê dinyayê hebin.
Ev seyare di encama xebatên NASAyê yên ku di rasadxaneyên Teleskoba Fezaya Spîtzer û yên dinyayê de hatine kirin de hatin tespîtkirin. (ÎLKHA)