• DOLAR 32.586
  • EURO 34.926
  • ALTIN 2426.745
  • ...
Gumanbarên FETO û PKKê di heman avahiyê de hatin qefilandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Manîsayê di encama xebatên ku hatin kirin de hat teşxîskirin ku kesekî yê ku têkiliya wî bi PKKê re heye û qîza wî ya bi navê E. K.yê 3 meh berê xanî kirê kirine. Dema ku li malê serdegirtin hat kirin ji xeynî her dû gumanbaran 14 gumanbarên FETOyî jî hatin qefilandin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin di bergeha talîmata Kazim Ozsuyê Serdozgerê Lêpirsîn û Sûcên Teror û Rêxistinî yê Parastina Sazûmana Makeqanûnî yê Serdozgeriya Komara Manîsayê li mala serdegirtin pêk hat.

Di bergeha serdegirtinê de 2yê wê PKKyî û 14ê wê FETOyî bi tevahî 14 gumanbar hatin qefilandin. Hat diyarkirin ku dabaş bav û qîz hewl didan ku gumanbarên FETOyî bişînin derveyê welat.

Her wiha hat destnîşankirin ku li ser gumanbaran lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê de nasnameyên sexte, pasaport, gelek dovîz û materyalên dijital hatine bidestxistin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir